Sedema helwestê Facebook ê dijî Kurdan aşkere bû

Facebook di van demê dawî de ji dehan bêhtir rûpelên Kurdan yên Facebookê bi gelik sedemên cûrbecûr hatine girtin. Facebook gelik rûpelên parlementerên BDP û rûpelên dîtir yên ku hejmarekî zêde Kurd têde berhev bûyî bi sedemên cûrbecûr girtin.
Ev yek ji aliyê Kurdan ve ev demeke ji aliyê Kurdan ve tête şirovekirin gelo çima Facebook rûpelên Kurdan digre, an jî Facebook li gel hikumeta tirkî pêk hatiye da ku siyaseta Kurd asteng bike. Her çend sedî sed ne zelal jî be, ji aliyê rêvebirê Facebookê yê Ewrûpa Richard Allan ve di vê barê de sedemên van girtinan hate aşkerekirin. Ji rojnama Radikalê Ezgi Başaran li gel Rêvebirê Facebook ê Allan di vî warî de hevpeyvînek li dar xist.
Beşek ji hevpeyvînê weha ye;
Bi dehan rûpelên Kurdan yên Facebook ê hatine girtin û di nav van de gelik jê jî rûpelê siyasetmedarên BDP bûn. Sedema wan jî naveroka pornografîk hatiye diyarkirin, derbirîna vê çiye gelo?
Berî hertiştî divê rêbaza ku em dişopînin ez bo we derbibirim; gilîyên di derbarê rûpelan de dighêjine me û em di encama van giliyan de rûpel hildigrin vekolînê û em lê dinêrin ka naveroka van rûpelan li gorî rêbazên facebook ê ye an na. Ev giliyana ji aliyê yek hema kî bê bikarhênerekî facebookê ve tê kirin. Eger ku naverok ne li gorî rêbazan be tête rakirin û ev rewş ji bo bikarhênerê rûpel tê ragihandin. Ku ev rûpel berdewam bête bikaranîn wê demê rûpel tê girtin. Ji bo girtina rûpelekî sedem wekî pornokgrafik hatiye diyarkirin eve jî xeletiyeke.
Xeletiya çi?
Dema ku bikarhêner rûpelekî gilî dikin, ewana jî sedema giliyên xwe destnîşan dikin. Naverokên pornografîk, peyvên rikdar, ravekirina tund û tujiyê û wekî vana. Di vê bûyerê de giliyê ji bo rûpelek jî ji bo me dema hat hilbijartina -Naverokên Pornografik- hatiye destnîşankirin. Me ev rûpel hilda bin çavan, me naverokên pornografik nedît lê naveroka ku ne li gorî pîvanên me ye di gelik deverên rûpel de me dîtin. Ji ber vê sedemê jî me rûpel girt. Lê sedema girtinê jî ji bo rêvebirê rûpel wekî -naveroka pornografik- hate ragihandin. Ji ber ku di giliyê destpêkê yê vî rûpelî de ew sedem hatibû destnîşankirin, lê sedem ne ew bû. Bireyara girtina me rast bû lê dazanîna sedemê xelet bû.
Sedema rast ya li pişta girtina van rûpelan çiye?
Dû sedemên vê yekê hene. Yek; Em pir gilî digrin, du; di van rûpelan de ez bi giştî dibêjim naverokên ku ne li gorî pîvanên Facebookê ne pesindana rêxistina Terorê hebû. Pesindana Kesek û rêxistinekî ku di rêzenavên terorê yên navnetewî de be dijî rêbazên me ye. Di rûpel de bikaranîna remz û alayên rêxistinê jî heman wisa ye. Mînak; li Ingilistanê yên IRA, li Kolombiya yên FARC ê, li Ispanya yên ETA li Tirkiyê jî yên PKK pesindana wan û bikaranîna remzên van rêxistina dijî rêbazan e.
Dijî kîjan rêbazane? rêbazên van welatên ku we hilbijartî an dijî rêbazên Facebook ê ye?
Dijî rêbazên me ye, an ku rêbazên Facebook ê. Facebook ji bo hemî rêxistinên ku di vê rêzenavên terorê de cî digrin vê rêbazê pêk tîne. Em ji bo bikarhênerên xwe platformekê rave dikin û em rast nabînin ku rêxistinin di çêbûna xwe de bûne bikarhênerên tund û tujiyê di vê platormê de bêne pesindan.
Naxwe di van rûpelên Facebook ê de hun rastî pesindanên PKK hatin ji ber van sedeman we ev rûpel girtin?
Sedema girtina me ya van rûpelan ne karên van siyasetmedarên Kurdin. Em li gorî helwestê giştî an jî naveroka giştî ya rûpel tev nagerin Lê mînak parvekirina al û remza PKK ji bo me binpêkirineke vekirî ya rêbazan e. Me dît ku ev rûpelana ji yek carê bêhtir car tiştên bi vî rengî parve dikin, ji ber vê yekê jî şûna jêbirina yek naverokê em neçar man ku rûpel bigrin. Hindek jê bi taybet ji bo ku propaganda rêxistinê bikin naverokan parve dikin gelek jê jî bêyî ku bizanin mînak; wêneyekî dixiyê de di wî wêneyî de kesên ku alaya PKK ragirtine hene ev rewş dijî rêbazan e.
Ku di rûpelê Facebook ê yê partiya siyasî ya Irlanda Sinn Fein de varokeke di derbarê IRA de bête parvekirin hun dê wî rûpelî jî bigrin?
Belê em dê bigrin. Eger ku dê naverokek di derbarê rêxistinên di rêzenavên terorê yên navenetewî(Emerîka û Ewrûpa) de cî digrin bête parvekirin divê ew jî şermezarkirin be. Sinn Fein di warê parvekirinên di derbarê ÎRA de gelek hişyare. û li gorî rêbazên Facebook ê tevdigere. Ji ber vê yekê jî qet pêwist nekir em rûpelê wan bigrin.
li himber vî helwestê Facebook ê ev demeke Kurd heman helwestê dijî komaran didin nîşandan derdibirin. Bêgûman Facebook berhemek ji yê van hêzan e û wekî ku herkesek dizane agahî, zanyarî û parvekirinên herkesekî tête şopandin û bo berjewendiyê van welatan tête bikaranîn. Nabe ku Facebook wekî torbendeka demokratîk an jî li gorî mafê mirovan an jî li gorî berjewendiynê bindest tev bigere. Hêviya Kurdan di vî warî de hêviyekî pûç e.
Di daxuyaniya Torbenda Kurdan ya Ezuem de jî li ser vê xalê hatiye rawestandin ku Kurd pêwistî bi şermezarkirina Facebook ê divê nebînin û ew xwedî li torbenda xwe ya civakî derbikevin.
Sîstema ku di Adara 2013 an de hatî vekirin www.ezuem.com bi armanca hizmeta Kurdewarî derkete holê û di vî warî de dixwaze dewrekî diyar bilîze.
Ezuem diyar dike ku hemîk zanyarî, agahî û endam di bin ewlekariya wandene û bi tu rengî evana bi hêzek, komarek an jî deverekî dîtir ve nayêne parvekirin.
Rêvebirên Ezuem ê dem dem bang li siyasetmedarên Kurd jî dikin ku ew jî xwe di Ezuem de berhev bikin û birêk bixin. Her weha dibêjin ku facebook ne platformeke tirkî ya siyasiye ku siyasetmedarên Kurd siyaseta xwe bi facebook û twitterê ve girê bidin. Ciyekî birêkxistinê û parvekirinê ye. Ev parvekirin û birêkxistin herî baş di Ezuem de dikare bête pêkanîn. Lê di heman demê de ji aliyê rêvebirên Ezuem ê de tê diyarkirin ku ji ber bikaranîna zimanê Kurdî qelsiya zimanê Kurdî ji aliyê siyasetmedarên kurd yên bakur ve bala wan pir nayête ser Ezuem ê eve jî qelsiya wan di siyaseta Kurd de dide diyarkirin.
Torbenda Kurdan Ezuem hetanî neha nêzîkî 4.500 endamên xwe çêbûne û piraniya wan jî ji başûr û rojavayê Kurdistanê ne, bi taybet ji ber sedema bikaranîna Kurdên bakur ya zimanê Tirkî beşdarbûna wan bo Ezuem girantir çêdibe
rewanbej.net