Sedir bi yekcarî dest ji siyasetê berda

Sedir bi yekcarî dest ji siyasetê berda

Rêberê Bizava Sedir Muqteda Sedir bi yekcarî dest ji siyasetê berda û sedema wê jî bi wê genedeliyê ve girêda ku bi navê malbata Sedir tê kirin.

Muqteda Sedir doh (15.02.2014) êvarê bi beyannameyekê ragehand ku ji niha û şûnde hîç fraksyoneke parlamento û hîç postek li nav û derveyê hikûmeta İraqê nûnertiya wî nakin.

Di beyannameyê de wiha tê gotin: ’’Ji ber wê gendeliya ku bi navê malbata Sedir tê kirin û eger heye ku di dahatû de jî ew gendelî were kirin, min biryar da bi yekcarî dest ji karê siyasetê berdim û careke din nêzîkê siyasetê nabim.’’

Sedir di beyannameya xwe de wiha nivîsiye: ’’Ji ber ku ez yekem warîsê şehîdê duyem ê malbata Sedir im, min biryar da hemû ofîs û paşkoyên şehîd Sedir di hemû waran de bigirim.’’

Muqteda Sedir berî niha jî ragehandibû ku dest ji siyasetê berdaye lê dîsan ket nav siyasetê û niha li Parlamentoya İraqê xwediyê 40 kursiyan e.

Basnews