Sefin Dizeyî diyar kir ku peywendiyên Herêmê li gel Bexda baş dimeşin

Sefin Dizeyî diyar kir ku peywendiyên Herêmê li gel Bexda baş dimeşin

Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistan Sefîn Dizeyî ragihand ku peywendî û rewşa navbeyna Hikumeta Herêmê û Rêvebiriya Hiraqê berbi başiyê ve diçe û hevdîtinên vê dawiyê hatî kirin erênîne. Li gorî nûçeya Ajansa Peyamnêr ragihandî. Li gorî nûçeyê tê diyarkirin ku Hikumeta Herêma Kurdistanê û Rêvebiriya Bexda di encama hevdîtinan de biryar dane ku her aliyek daxwazên xwe wekî pêşniyaz ji hevdure bihinêrin û di encama van pêşniyazan da carekî dîtir hevdîtin çêbibin.
Li gorî gotinên berdevkê Hikumeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî ewana daxwazên xwe an ku pêşniyazên xwe ji bo Bexda şiyandine û çavlirêne ku Bexda jî pêşniyazên xwe ji bo wan birê bike. Di encama vê dan û sitandinê de tê hêvîkirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Serok Barzanî biçe Bexda.