Senatorê Emerîkî der barê Erdoxan de axavtinên balkêş kirin

Senatorê Emerîkî der barê Erdoxan de axavtinên balkêş kirin

Senatorê Partiya Komarger ya herêma Arîzonaya Emerîkayê MC Cain der barê serok wezîrê Tirkiyê Erdoxan de axavtinên balkêş kirin û diyar kir ku Erdoxan li ber çavê pirraniya gelê Tirkiyê jî ne serok wezîre lê dîktatoreke.

Senatorê Partiya Komarger ya herêma Arîzonaya Emerîkayê Mc Cain ku di hilbijartinên sala 2008’an de hevrikê Barck Obama bû, li saziya hizir ya bi navê Brookings İnsitute konferansek pêk anî. Di konferansê de beşdaran pirsên der barê rûdanên Parka Gezî ya Taksîma Stembolê jî kirin.  Mc Cain diyar kir ku ew li hêviyê nebûn ku mîna li welatên Erep li Tirkiyê jî xwepêşandan pêk bihên û got; Eve pirr aşkiraye ku ev rûdan, serhildanek bû li dijî hewldanên Erdoxan yên ku dixwaze gelên Tirkiyê ber bi Îslamê ve bibe. Em hemû jî çûne Stembol û Enqerê. Ew bajar jî mîna Washingtonê ne bajarên mezhabîne û kozmopolîtîkin. Ji ber vê jî ev rûdan li dijî polîtîkayên Erdoxan serhildanek bû.

Senotorê herêma Arîzonayê Mc Cain balkêşa ser rojnamevanên girtî yên li Tirkiyê û amaje pê kir ku hejmara rojnamevanên girtî yên li Tirkiyê ji yê welatên din yên Rojhilata Navîn zêdetire û axaftinên xwe wiha berdewam kir; ’ Bê guman Erdoxan der barê nivîskar û rojnamevanan doz vekir û ew tepisandin. Ji ya min ve ev rûdan ne mîna deverên din, tenê kardanewek li beramber hindek tiştane, eve kardanewekeye li beramber Erdoxan ku wesa hizir dikin ku ew zextê li wan dike. Divê Erdoxan ji van rûdanan ders bigre.

Mc Cain diyar kir ku di dema rûdanan de polîsan li dijî xwepêşanderan tundî bikar hînaye û got: ’Ya ji min ve Erdoxan di bareya pirraniya gelê Tirkiyê ne serokê dewletekê lê wek dîktatorekê ye.