Şengal; welatê efsaneyên di bendê de | Zanyar Umranî

Şengal; welatê efsaneyên di bendê de | Zanyar Umranî

Zanyar Umranî

Wergera ji farsî: Dêrsim Oremar

 

Îro di bazara Dêrikê de çavê min bi kel û pelên zilamekî ket ku gihayekî xwerû difrot. Gihayek ku li herdera Şengalê tê dîtin. Beriya derbazbûna bo Rojavayê Kurdistanê, çend rojan di dilê Mezopotamya û nav bajarê efsaneyên bêdawî de mam.

Şengal, bajarê ku Êzidî dibêjin ”Ne cara yekem e ku ji aliyê îslamiyan ve rastî êrişan tê”.

Efsane di tevahiya aliyên jiyana Êzidiyan de diherikin. Çi di jiyana bajêr de û çi di eniyên şerê bi DAÎŞê re.

Wan ji bo her bûyer û qewimîneke taybet efsaneyeke dûr û dirêj heye, lê tişta ku zêdetir ji yên din bala min kişand, gihayeke pîroz bi navê ”Komî” di nava wan de bû.

Yekemîn şeva mayîna min a li Şengalê bi baraneke bihêz re hevdem bû. Demeke zêde derbaz nebû ku tofan jî li baranê zêde bû.

Ez tevî Gîvara û Berxwedan di xîvteke biçûk a sê kesî de ku beşek ji kampa fêrkariyê ya grûba nû avabûyî ya Yekîneyên Parstina Şengalê(YBŞ) ê bû, li dora hev kom bûne.

Gîvara bi henek ji Berxwedan re got: ’’Rica dikim telefonekî ji xwedê re bike û bêje em di qontara çiyayê Şengalê de li jêr ba û baranê de asê mane û me taqeta êş û belayeke din nemaye.’’

Lê xuya bû Berxwedan gelek ji vê rewşê nerazî nebû û ji Gîvara re got: ’’ xwedê bike ba û baran wisa berdewam be, bi vî awayî sifreya me bi Komî yê re dixemile.’’

Komî tenê li Şengalê şîn nabe û bi rêjeyeke kêmtir li Rojavayê Kurdistanê jî bi dest dikeve û jê re ’’Dombelan’’ tê gotin.

Îro dema min cardin li bazara Dêrikê ew xwarina bi tam dît, agahdar bûm ku demsala şîn bûna wê bi dawî dibe û ji ber vê min biryar da heya wextê wê bi dawî nebûye dîtinên xwe yên li Şengalê binivîsim.

\"zanyar_umrani_01\"

Rengê Komiyê weke sêvikên bin erd e, lê ji sêvikan biçûktire û piştî kelandinê weke Kivarkan nerim dibe. Li gor şert û mercên hewayê, zêdetir di meha dawiya zivistanê û destpêka biharê serî hildide û heya mehekê bi dest dikeve.

Ger rêjeya barana payîzê berçav be û serma ewqas nebe ku rê li şîn bûna komiyê bigre, di nava sê rojan û kêmtir de serî hildide.

Komî bi awayekî cuda û bi sê awayên kelandin, sorkirin û bi têkelkirina bi rûnê heywanî û tevî bacanan jî tê xwarin.

Tîrêj nûciwanê xelkê Şengalê, Komi yê bi xwarineke ’’şîfa bexş’’ bi nav dike ku ’’bînahiya çavan’’ bihêz dike.

Çiyayê Şengalê ji bo şîn bûna vê gîhaya xwerû cîhek başe û di salên pir baran de, ne tenê zikê şêniyên Şengalê, belkî meydanên pancarên biharî yên bajêrên Herêma Kurdistanê jî dadigire.

Di sibeheke nîve baranî de tevî Kemal Cindî ji bo vedîtina Komi yê ber bi çiyayê Şengalê ve diçim. Ev îsal tenêye û Kilaşnîkofa wî şûna bîst û pênc hevalên wî ku her yek ji wan ji ber sedemekî bi wî re nemane, girtiye.

Kemal tişteke tîj ku weke çeqoyê ye dike nav axê û bê ku Komiyan birîndar bike, ji dilê axê derdixe.

Kemal bawere ku vedîtin û kom kirina Komiyê girêdayî risqê kesan e, ne şarezatî yan tîjbîniya wan! Wer xuyaye risqê Kemal gelek başe, ji ber ku nêzî du kîlo Komî kom kirine.

 

Kemal dibêje: ’’ Li cihên dêm yên çiya Komî zêdetire, li erdên kêlandî û pir giha û dar jî Komî heye, lê belkî ji ber dar û gihayan zû neyê dîtin.’’

 

Ger Komî gir bin li bazara Silêmaniyê her kîlo bi 12 hezar dînarên Îraqî û ger hûr bin bi şeş heya heşt hezar dînaran tê firotin.

\"zanyar_umrani_02\"

Komî xwarina dilê Êzidiyan e. Heta bûyerên sala borî jî nebûye sedem ku Êzidî destên xwe ji wî gihayî bişon.

Dêrsim Rojhilat ji endamên perwerdeya (PKK) ê bi henek di vê derbarê de dibêje: ’’ Ji bo razî kirina xelkê Şengalê ji bo civîn û kombûnan hefteyekî dem dixwaze, lê ger tenê baran hewesê neke bisekene, roja paştir qontara çiya ji şêniyan wala dibe.’’

 

Dêrsim dibêje îsal di dema komkirina Komî yê, li çiya çend kes birîndar bûne. DAÎŞ ê li hin deveran mayîn çandine.

Ne diyare ku ji ber çi navê wê xwarinê Komî ye. Herçend di edebiyata devkî ya êzidiyan de gelek çîrok di vê derbarê de hene.

\"zanyar_umrani_03\"

Feqîr Cerdo bo min yek ji wan fsaneyan vedigêre:

”Li gor mîtolojiya Êzidiyan, kesayetiyê bilindê olî yê Êzidiyan ’’Mîr Îbrahîm Adema’’ di her berbangê de, berê xwe dida rojê û qewil dixwendin. Rojekî Mîr Îbrahîm mijûlê îbadetê bû ku xezalek ji vê derê dibihure.

Mîr dixwaze xezalê nêçîr bike, lê zimanê Xezalê vedibe û ji Mîr Îbrahîm dixwaze derfetekî bide ku bo cara dawî zarokên xwe şîr bide. Xezal sê demjimêran dixwaze, saetek ji bo çûnê, yek ji bo vegerê û saetek jî ji bo şîr dana zarokên xwe.

Mîr daxwaza xezalê dipejirîne, xezal bi guhanên pir şîr ber bi gelî baz dide û şîr dilop dilop ji guhanên wê dikevin ser erdê. Dema xezal digehe cem zarokên xwe, meselê ji bo wan vedigêra. Wan şîr venexwar û îsrar kirin ku dayika wan vê meselê ji Mîr Îbrahîm re nebêje û vegere cem wî.

Xezal daxwaza zarokên xwe qebûl dike û bi lez vegdigere cem Mîr. Mîr ji zû vegerîna xezalê ecêbgirtî dimîne û ji sedemê dipirse, xezal jî daxwaza zarokên xwe ji mîr re dibêje. Ev mesele bandoreke mezin li Mîr dike û ji biryara kuştina xezalê poşman dibe û ji xezalê re dibêje: madem zarokên te dizanin ku ez heme û min mebesta kuştina te hebûye, ez ji biryara xwe paşgez dibim û te nakujim. Bi vî awayî û ji şîrê ku ji guhanên xezalê çikiyane ser axa Şengalê, bi mucîzeya xwedê gîhayekî xwerû û bêdan ji aliyê xwedê pêşkêşî Êzidiyan tê kirin.’’

\"zanyar_umrani_05\"

Niha êdî dem hatiye ku vê xwarina tije remz û raz biceribînim. Hemû yek bi yek hatine nav xîvetên ku ji bo nan xwarinê hatine hildan. Kesê dawî ku gihişte grûba hezkiriyên Komi yê, ciwanekî bejin bilind û endamê Yekîneyên Parastina Şengalê (YPŞ) bû. bîst û pênc saliye û li gor gotina wî ’’her sal di kom kirin û xwarina Komî yê de beşdar bûye.’’

Palê çeka xwe da cîhekî û dixwest pariyê yekem bixwe ku jê dipirsim: ’’raya te derbarê Komi yê çiye?’’ Bi lez û kurt bersivê dide: ’’xweşe’’ û tu gotineke din hejî berdewamiyê nabîne.

Lê ez ji bo vedîtina bersiva kamil, pirsên xwe berdewam dikim û wî bersiva tevahiya pirsên min di yek pirsê de da: ’’Çima tu derbarê bûyera yevkujiya xelkê Şengalê raportan amade nakî û te rika xwe bin komi yê girtiye!?’’

\"zanyar_umrani_06\"

Beriya fermanê yan piştî wê?!

 

Ji her deriyê ku biaxivin pirsekê lê zêde dikin: ’’Beriya Fermanê yan Piştî Fermanê?’’

Di pêşrewiyên bi lez yên DAÎŞê de, di nûçeyan de derbaz bû ku bajrên Zumar û Şengalê ku şêniyên wan piranî Kurd in ketine destê hêzên Dewleta Îslamî. Ji ber vê Êzidî her axiftinekî dabeşî beriya ferman û piştî fermanê dikin. Helbet rast dibêjin, hertişt bi awayekî giştî hatiye guhertin.

Piştî fermanê herî kêm şeş hezar ji wan mirine, 12000 kes wenda ne û hejmareke zêde jî berê xwe dane cîhên ewle û aware bûne. Bi êrişa DAÎŞê û komkujiya xelkê Êzidî bi destê îslamiyan, hêzên eskerî yên Yêkîneya Parastina Gel (YPG) yên girêdayî Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdistana Sûriyê(PYD) ku beşek ji wan li gelek deverên Kurdistana Sûriyê bi hêzên DAÎŞê re di şer de bûn, di eniyeke din de xwe gihandin Şengalê û tevî gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Îraqê, ji bo azadkirin û derxistina hêzên Dewleta Îslamî hatine meydanê.

Di encama êrişa îslamiyan de hejmareke zêde ya Êzidiyan ji bo xelasiyê berê xwe dan çiyayê Şengalê. Beşek ji wan ji ber birçîtî, bê avî û nebûna îmkanên pijîşkî di çiyayan de canê xwe ji dest dan.

 

Xwedêda yek ji Êzidiyên Şengalê ye, em hinek derbarê bûyerên dawî yên sala borî axivîn. Ew dibêje: ’’ piraniya eşîretên gundên Ereban me weke necis bi nav dikin û piştî hatina DAÎŞê bo nav Şengalê, bi lez tevlî DAÎŞê bûn.’’

 

Xwedêda dibêje hêzên DAÎŞê pê danîn her gund û bajêrekî, bi axê re kirin yek û beriya ku ji wan deveran derkevin, cîhên hesas û derbaz bûnê, bi taybet pir bombe kirin.’’

 

Di dema mayîna xwe ya li Şengalê, ez bi gelek kesan re derbarê êrişa DAÎŞê bo ser bajarê wan re axivîm. Di axiftina hemûyan de xaleke hevbeş heye ’’Êrişa îslamiyan bo ser şengalê tiştekî nû nebû.’’

Ji Berekat dixwazim meselê zêdetir şirove bike, dibêje: ’’ her çar xelîfeyên Raşidîn di destpêka îslamê de êriş anîne ser Şengalê û esera dizî û talanên wan di efsaneyên me de mane.’’

Herwiha di efsaneyên Êzidiyan de hatiye ku ’’Gîlgamêş û paşayên Sasanî jî dê fermana êzidiyan rakin.’’

Ligor gotina şêniyên şengalê, hejmara wan 84 miliyon kes bûye ku di encama 74 fermanan de hejmara wan kêm û kêmtir bûye.

Gazina mezin a piraniya xelkê Şengalê, çi yên ku min li Hewlêrê dîtibûn û çi yên ku li Şengalê ne yek e: ’’Hêzên Pêşmerge di parastina Êzidiyan de kêmasî kirin.’’ lê bi beşdariya lezgîn a YPG û (PKK) û vekirina korîdora mirovî, bandoreke mezin di zêdekirina alîgirên wan herdu partiyan di nava Êzidiyan de hebûye.

 

Efsane û mîtolojî bi dawî nabin. Reşo yek ji endamên Yekîneyên Parastina Şengalê (YPŞ) ye. Wî jî weke piraniya êzidiyên din baweriyeke zêde bi efsaneyan heye, bi taybet yên di ’’Meshefa Reş’’ de hatine.

Ew dibêje: ’’ di pirtûka pîroz a Êzidiyan de hatiye, rojekî xelkên weke misilmanên destpêka îslamê, dê êrişê bikin ser Êzidiyan û li hember wan hin kes dê ji çiyayan dakevin xwarê û hawara Êzidiyan. Niha ev yek di rastiyê de heye, kesên ku ji çiyayan daketin û bi hawara Êzidiyan hatin, gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ne.’’

 

Xala balkêş eve ku piraniya Êzidiyan nikarin navê (PKK) bi başî bi lêv bikin û piranî weke ’’PPK’’ bi nav dikin.

Êrişa DAÎŞê bo ser Şengalê, derfeta hizûra piraniya partiyên Kurdî li herêmê bi xwe re anî. Dema ji bo komkirina Komî yê ji çiyayê Şengalê bi ser ketim, min bi başî li dîmenên jêr nêrî. Nêziktirîn xala bilind a çiya, bi piyan tenê sê demjimêran ji qontarê dûr e. Ji vê xalê bi ser qontar û deşta şîn a Şengalê re zalî.

 

Pert û belaviya alên partiyan nîşaneya herêmên di bin kontrola wan de ye. Di rastiyê de niha ji aliyê Duhokê heya nêzîkatiya çiyayê Şengalê di destê hêzên eskerî yên Partiya demokrata Kurdistana Îraqê (PDK) û bi hejmareke kêmtir di destê hêzên Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (PUK) ê de ye û beşa çiyayî ya Şengalê zêdetir di destê hêzên (PKK) ê de ye.

Berovajî îdîayên berdewam a medyayên Kurdî yên nêzî (PDK) û (PUK)ê, beşa zêde ya bajarê Şengalê hê di destê hêzên DAÎŞê de ye û tenê beşa kevn a bajêr ku ji %20 î kêmtire, di destê hêzên Kurdî de ye.

 

Dema bi Êzidiyan re derbarê hizûra partiyên Kurdî yên cuda li herêmê diaxivim, bêbaweriya wan a li hember partiyan di axiftina wan de diyare. Piraniya wan dibêjin ’’em bûne emrazê pîlana wan partiyan.’’

Bajar ji dûrve aram xuyaye. Kemal yek ji ciwanên şêniyê Şengalê bi hesret ji jor li bajêr dinêre û dibêje ’’ Tu rizqek zêdetr ji cardin vegera bajê nîne.’’

 

Jêrnivîs:

 

Êzidiyan du pirtûkên pîroz hene, ”Cilwe” ku têde isûlên bawerî yên êzidiyan hatiye şirove kirin û ”Meshefa Reş” ku beşek ji dua û sirûdên di metha mezinên êzidiyan e.

Êzidî dibêjin pirtûka ”Meshefa Reş” heşt kîlo ye û dema şerê cîhanî yê yekem de hatiye dizîn. Ev pirtûk niha li cem Cihûyên Îsraîlê ye. Lê beşeke kurt jê cardin hatiye kom kirin. Tê gotin ev pirtûk ji aliyê Şêx Adî hatiye nivîsîn.

Şêx Adî ola êzidiyan li Îraqê belav kiriye. Niha merqeda wî li gundê Laleş li nêzî Mûsilê û cîhê îbadet û cîbicîh kirina menasika hecê ji aliyê Êzidiyan e.

Êzidî her roj pênc caran merasîma îbadetê pêk tînin, çar caran rojê û carekê jî merqeda Şêx Adî. Herwiha sê rojên meha Decamberê bi rojî dibin.