Şepol Ebasî: Rengvedana Felsefê di berhemên min da diyare

Şepol Ebasî: Rengvedana Felsefê di berhemên min da diyare

Sînema faktera bihêz di warê nasandina welatan ber bi cîhanê de ye. Hersal li seranserê cîhanê 5-6 hezar fîlm tên çê kirin, lê di nava tevaya wan de tenê çend fîlman şansê belavkirin yan jî wergirtina xelatan di festîvalên hunerî de heye. Ger berê sînemaya kurdî tenê xwediya Yilmaz Gûney bû, lê di wan salên bihurî de bi xêra kar û xebata gelek sînemakarên kurd deriyek nû li pêşberî sînemaya kurdî vebûye û fîlmên kurdî di astên cîhanî de xelatên zêrîn bidest tînin, ev bûye sedema ku gelek ciwanên kurd ber bi wê hunera girîng û cîhanî ve biçin. Ew bi evîneke mezin dixwazin êş, xem û rastiyên civakî yên welatê xwe bigehînin hemû dinyayê. Şepol Ebbasî yek ji wan sînemakarên kurd e ku ji ber xebatên xwe yên sînemayî mecbûr bûye welatê xwe bi cîh bihêle. Di wê hevpeyvînê de wî bi hestên paqij deriyê dilê xwe ji bo me vekir.

 

Dêrsim Oremar: Ji kerema xwe dikarî xwe bidî nasandin?

Şepol Ebbasî: Ez Şepol Ebbasî, di sala 1980ê de li gundekî nêzî şarê Mihabadê yê bi navê Serçinar ji dayik bûm, lê pişti ji dayik bûna min û destpêka şoreşa partiyên Kurdistanî li Rojhelatê, rijîma Îranê babê min ji ber xebatên siyasî ji Mihabadê dûrxist û em bi neçarî li bajêrê Tewrêzê  bi cîh bûn. Wê demê ez 20 rojî bûm.

Herçend dûrî welat jî be ez di malbatek welatparêz de perwerde bûm, xwendina xwe ya destpêk, navendî û diwanavendî li Tewrêzê temam kir û heya 19-saliya xwe li wî bajêrî bûm. Min dema xwe di wan 19 salan de bi xwendinê li xwendingehê û xwendina pirtûkên kurdî derbaz kir.

Piştî vê, ji bo xwendina bilind (universîteyê) di warê Komputer û Softwarê de çûm bajêrê Hemedanê. Bajêrê Hemedanê deriyek li pêşberî xewnên min vekir, li vê derê çalakiyên xwendekarên kurd di warên cuda cuda de hebûn, bi naskirina wan min jî dest bi xebata rojnamevanî û nivîsandinê kir. Ji ber wan xebatan ez û çend hevalên din bi qasî du hefteyan hatin binçav kirin, lê ji ber ku nekarîn tiştek li ser me isbat bikin em serbest berdan. Çend hevalên min yên vê demê: Bêhzad Xoşhalî, nivîskar û wergêrê navdarê kurd, Hêmin Seîdî, Luqman Qurbanî, Gelawêj Ehmedî û çend kesê din bûn. Ku pirraniya wan ji ber zextên riîma Îranê niha li derveyî welat in.

Dêrsim Oremar: Çi bû sedema ku tu ber bi dinyaya fîlm û kurtefîlman biçî?

Şepol Ebbasî: Piştî serbest berdana min, di sala 2001-2002ê de min Sînemakarê kurd, rêzdar Şehram Elîdî nas kir, axivtina me li ser gelek mijarên cuda, bitaybet pirsgirêka kurd çêbû. Wê demê Şehramî karê kurtefîlman dikir, me bi hevre serdana çend bajêrên Kurdistanê kir, Şehram gelek li ser sînemayê axivî, dikarim bêjim:  handerê min yê serekî  bo dunyaya sînemayê hevalê min Şehram Elîdî bû…

Bi naskirina Şehram, hestek li ba min çêbû, ez gelek li ser fikirîm û min hiss kir ku dikarim karê xwe di dunyaya sînemayê de berdewam bikim. Bi wî awayî ez ketim deryayeke bêser û bin û erkeke mezin û giran kete ser milên min. Min yekemîn karê xwe bi navê »Komara Kurdistan li Mihabadê« bi awayê sînemayî çê kir, û Şehramî karê Edît û montaja wê berhemê kir. Le rijîma Îranê bi wî karê me hesiya û destûr neda ku ew bi awayê giştî biçe ser ekranê, herwiha hemû materyalên wî fîlmî ji min standin û salek piştî wê ez neçar mam wê berhema sînemayî bi awyê rêzefîlman di 3 beşan de di kanalên kurdî de belav bikim.

Dêrsim Oremar: Heya niha çend berhemên te weke: (Fîlm û kurtefîlman) çêbûn?
Şepol Ebbasî: Ji sala 2003yê heya 2009ê nêzî 40 berhemên min yên Televîziyonî, kurtefîlm, Dokumenterî, fîlmên dîrokî çêbûne. Meseleya girîng ew e ku piştî çêkirina fîlmê li ser »Komara Kurdistanê« rijîma Îranê izna çêkirina tu berheman li Îranê neda min, û tevahiya wan berheman bi awayê nihênî hatin çê kirin.

Dêrsim Oremar: Mijar û naveroka berhemên te bi pirranî li ser çi ne?

Şepol Ebbasî: Ez bi çavên însanî li dunyayê dinêrim, dixwazim cudatiya neteweyan pir reng nebe. Bo min cudatiyek di navbera kurd, turk, ereb, farsan de nîne. Ew hemû însan in, di fîlmên xwe de ez bi dewletan re diaxivim, yanî muxatebên min dewlet e û ez rexneyên xwe arasteyî wan dikim. Ez ji felsefeyê gelek hez dikim û rengvedana wê yekê di berhemên min de diyar e. Diyalog di berhemên min de pir kêm bikar tê, ez hewil didim di berhemên min da peywendiya bîner û wêneyan bi rêya dîmenan be ne bi awayê diyalogê.

Dêrsim Oremar: Heya çi radeyî mijara fîlmên te nêzî civak û rastiya jiyana li kurdistanê ye?

Şepol Ebbasî: Ez mirovekî realîst û humanist im, tiştek xwezayî û normal e ku ew tişt di fîmên min de reng bide û berçav be. Di heman demê de ez kurd im, derdê miletê xwe dizanim, renc û xweşiyên wan hiss dikim, dîroka gelê xwe nas dikim. Armanc û hêviyên wan baş dizanim. Dîsa bandora wan tiştan jî li ser senariyo û fîlmên min hebûye. Lê ez her tiştî di çarçêweya însanî, azadî, aşitî û bihevrejiyana gelan de dibînim. Mixabin dewletên dagîrker ji wan tiştan hez nakin.

Dêrsim Oremar: Sedemên derketina te ji Iranê çibûn?

Şepol Ebbasî: Gelek tişt bûn sedema derketina min, lê ya herî dawî ew bû ku ez 4-5 mehan beriya niha li Hewlêrê bûm, min nêzî salekê li Hewlêrê karê televîziyon û kurtefîlman dikir,  herwiha di dema helbijartinên Kurdistanê de jî, reklama lîsteya 59ê li Hewlêrê dan min. Min tenê karê xwe dikir û ez siyasî nebûme.

Mezintirîn pilan û armanca min çêkirina fîlmekî bilind bi navê »Êvarey Perwane / Êvareya pelpelûkan« ya romannivîsê navdar Bextiyar Elî bû. Ez li Silêmaniyê bi Bextiyar Elî re axivîm, wî fikir û ramana me pesend kir û rezamendiya xwe li ser çêkirina wî fîlmî nîşan da. Ew hemû tişt, di gel nerazayetî û protestokirina bûyerên wê dawiyê yên Îranê. Min berê fîlmek çêkiribû lê ji ber ku ez çûm başûr, ew nivcî mabû, piştî bûyerên Îranê min ew berhem bi dawî kir û navê wê kir: »xelkê wir ji mêjdaye kesk in«.

Li Hewlêrê balyozxaneya Îranê bi min re peywendî çê kir û got: em dizanin tu dixwazî fîlmekê bilind çê bikî, emê hevkariya te bikin lê lazim e tu jî li başûr hevkariya me bikî. Lê min ew daxawaza wan red kir. Min hewil dida ku li Kanadayê bursek xwendinê di warê sînemayê de bistînim lê mixabin piştî ez vegeriyam Îranê hemû pilanên min têkçûn. Qebûl nekirina alîkariya rijîmê û çêkirina fîlmê »Xelkê wir ji mêjdaye kesk in« bûn sedemên guşar û êrişên zor; li Tehranê êriş anîn ser mala min û dest xistin ser gelek berhem û tiştên malê.

Dêrsim Oremar: Naveroka fîlmê »biyografiya bombeya Etomê« li ser çi ye?

Şepol Ebbasî: Ew li ser çêkirina bombeya Etomê ye, ew zanyariyên ku di wî fîlmî de hene di tu dokumentên din de nînin, min ji bo çêkirina wî fîlmî gelek zehmet kişand û herwiha senariyoya wî fîlmî gelek zeman bir. Ji bo nivîsandina senariyoya wê dokumentê gelek hevalan alîkarî dan min, û zanyariyên gelek balkêş ji arşîva wezareta derve ya Amerikayê derxistin. Ew fîlm behsa hertiştî derbarê çêkirina bombeya Etomî dike.

Dêrsim Oremar: Wek Sinemakarekî kurd, tu rewşa sînemaya kurdî çawa dibînî? Giriftên pêşberî sînemakar û derhênerên kurd çi ne?

Şepol Ebbasî: Gelek tiştên baş û xirab yên sînemaya kurdî hene, ez bi giştî sînemya kurdî depress (xemok) dibînim, ew zatê jiyana kurdan e, ji ber wê jî derhêner û senaristnivîs nikarin wan tiştan nebînin û jê derbaz bibin. Sînemaya kurd gundî ye, derhêner û sernarîst nikarin karê bajêran bikin. Werbêjî tu bajêr li Kurdistanê nînin û hemû bûyer yan li çiya yan jî li gundên Kurdistanê çê dibin. Yilmaz Guney di salên 1970-80an de jiyana kurdan li bajêrî nîşan da, ku baştirîn mînaka wê fîlmê navdarê »YOL« e. Guney di wî fîlmî de pirsgirêkên kurdan di jiyana wan li gund û bajêrên wan de dît, hawara Guneyî di wî fîlmî de ji bo kurdan ew bû: »Derdê me kurdan em bi xwe ne, ne dewlet«.

Piştî mirina Guneyî 20 sal derbaz bûn da berhemek baş weke »demek ji bo mestiya hespan« ya Behmen Qubadî çê bibe. Bi wê berhemê B. Qubadî mekteba sînemaya kurdî guherand û rengê gundan da sînemaya kurdî, ji ber wê her derhênerekê kurd bi wê rastiyê hesiya ku ger behsa jiyana orjînal ya kurdan li gundan bike dikare xelatên cîhanî bidest bîne. Ji ber ku ew rastiya jiyana kurdan nîşanî gelan dide. jiyana, bi êş û pir ji nehametî ji bo gelên Ewropî û Amerikayê taze ne, ew wiha dizanin ku ew tişt hemû destçêkirî û xeyalî ne, lê nizanîn ew rewş û rastiya jiyana kurda ne. Demek zor dixawaze ku fîlmên kurdî ji xemokiyê rizgar bibe û bikene.

Derhêner di sînemaya kurdî de gelek in, lê kesên şareza di warê teknîkî weke: Kameravan, deng, ronahî û… pir kêm in. Ji ber wê derhênerên me mecbûr in kesên şareza ji derve bînin, mesela kameramanek biyanî derdê me nizane û nikare dîmenê n wan tiştên ku ez dixwazim û di mejiya min de ne bikşîne.

Tiştek din di sînemaya kurdî de ew e ku derhênerên kurd zor zû expire dibin, yanî piştî 3-4 fîlman dev ji kar berdidin. Sedemên wê jî ew e ku ji ber yekbûna qalibê berheman derhênerên kurd nikarin biroj bin yan bi gotineke din Update bin. Lê ez bi giştî bo paşeroja sînemya kurdî geşbîn im, dînamîka kurdan ji bo sînemayê gelek baş e, fikrên baş hene û ez hêvîdar im ew dînamîk bikaribe xizmeta gel bike.

Dêrsim Oremar: Dikarî hinek behsa Fîlma »Komara Kurdistan li Mihabadê« bikî?

Şepol Ebbasî: Şiroveyeke derbarê komar û jiyan û kesayetiya nemir Qazî Mihemedî, di wê berhemê de gelek kes axivîne ku niha di jiyanê de nemane, pirraniya wan kesan nemir Qazî dîtine. Ez dikarim bêjim ew berhem bi hemû wateya xwe ve Dokument e. Bi sened û belge behsa bûyeran dike. Ew berhem ji komeleya JK û bandora wê li ser komarê dest pê dike û bi bandora yekîtiya Soviyetê bi dawî dibe. Herwiha behsa rewşa îdam, wesiyeta nemir Qazî û alaya Kurdistanê dike, axivtina li ser fîlmê dokument zehmet e, hêvî me û hewil didim di demeke nêz de tu û hemû kurd wê berhemê bibînin.

Dêrsim Oremar: Niha ku tu ji welatî derketî, tu xebata xwe çawa berdewam dikî?

Şepol Ebbasî: Derketina ji welatî gelek zehmet e, yanî dûrketin e ji xweşî, nexweşî, nostalojî û hertiştê ku te bi civakê re girê dide. Lê ew çarenivîsa me kurdan e. Ez xebata xwe berdewam dikim û niha mijûlê çend kurtefîlmên felsefî li ser jiyana kurdan im. Pişti wan karan û çêgirbûna rewşa xwe, vedigerim başûrî û dest bi çêkirina yekem fîlmê xwe yê bilind dikim û li ser romana mamosta Bextiyar Eliyî dixebitim.