Serdar Ortaç çetelê Ehmed Kaya xwar

Serdar Ortaç çetelê Ehmed Kaya xwar

Serdar Ortaç bû armanca çetelan.

Serdar Ortaçê bi mebesta cejna komara Tirkiyê li Mersînê beşdarî pîrozbahiyan bû. Di vê beşdariyê de di nav beşdarvanên Konsertê de kesekî wêneyê Ehmed Kaya derxist. Di encama derxistina wêne de alozî derket û beşdarvan bihev ketin. Di encama vê çalekiyê de bi dehan kes, çetel, şûşe, kevir û her tiştê ketî dest de avêtine dikê. Bi berdewamiya çalekiyê ve Serdar Ortaç dik berda û berve otela xwe ve çû.
Konserta ku hatî birêkxistin di encama ku êdî ewlekarî nayête parestin rawestiya.
Serdar Ortaç di berdewamiya pîrozkirina cejna Tirkan de destpêkê Sitrana xwe ya bi navê -Poşet- xwend. Paşê jî di destpêkirina sitrana -Îsota min ya tuj-Karabîberim de, di nav beşdarvanan de kesekî wêneyê Ehmed Kaya derxist. Ji aliyê beşdarvanan ve kevirek hate avêtin û vî kevirî jî Serdar Ortaç birîndar kir. Serdar Ortaç li ser mikrofonê got – Hetanî kevirê duyem bê ez dê sitrana xwe berdewam bikim- bi vê gotina wî ve kevir, çetel, şûşe hatine avêtin. Di encam de Serdar Ortaçê sitranbêjê tirk got – Ez bênc xulekan navberê didime-  li navgihîna xwe siwar hat û çû otela xwe.

Li ser bûyerê ji aliyê hêzên ewlekariya tirk ve 11 kes hatin binçavkirin.

Wekî tê zanîn 10 ê Sibata 1999 ê di pîrozbahiya xelatdanê de Serdar Ortaç jî helwestekî dijwar dijî Ehmed Kaya dabû nîşandanû çetel avêtibûnê de. Serdar Ortaç herçend piştî hingî gelek caran poşmaniya xwe anîbe ziman û lêburîna xwe xwestibe diyare ku hetanî dawiya temenê xwe ew dê ji Çetelê Ehmed Kaya rizgar nebe.

 

Rewanbej.net