Şerê daxwiyaniyan ê rejîma Sûriyê û Rûsya

Şerê daxwiyaniyan ê rejîma Sûriyê û Rûsya

Wezareta Derva ya Sûriyê ragehand ku eger Beşar Esed bixwaze di hilbijartinên bê de bibe namzet wê ti kes nikaribe pêşiya wî bigire.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel el-Miqdad wek bersivekê li ser daxwiyaniya Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mikail Bogdanov wiha got: “Eger Esed biryar bide ku di hilbijartinên bên ên serokatiya Sûriyê bibe namzet, dê kes nikaribe wî neçar bike ku ji biryara xwe vegere”.

Doh (19.12.2013) Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mikail Bogdanov di hevpeyvînekê de ligel Ajansa Interfax a Rusî gotibû: ”Pêwîste niha Esed behsa namzetbûna xwe di hilbijartinên bê de neke, ji ber ku ev yek ne di berjewendiya hewlên navdewletî de ye ji bo dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re.”

Herwiha Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê got ku piraniya gelê Sûriyê piştgiriya Esed dikin û “Biryara xwe namzetkirinê ji bo serokatiya Sûriyê di destê Serok Beşar Esed de ye û dê bi piştgiriya gelê Sûriyê vê biryarê bide û mafê tu kesî nîne ku bêje pêwîste Esed nebe namzet.’’

Di 10ê Kanûna sala 2013’an de Beşar Esed di hevpeyvînekê televîzyonî de derbarê hilbijartinên dahatû yên Sûriyê de gotibû: “Tu rêgiriyek nîne da ez beşdarî hilbijartinên bên nebim.”

Gotinên Esed û daxwiyaniyên berpirsên rejîma wî diyar dikin ku heta niha tu amaje li ser serkeftina Cenevre-2 nînin, ji ber ku rejîmê çendîn car tekez kiriye ku dê Esed serkirdatiya qonaxa veguhêz bike, lê opozîsyonê biryara xwe ya dawî daye ku çênabe bi ti awayekî rola Esed di Sûriya piştî Cenevre-2 de hebe.

Biryare civîna çareserkirina krîza Sûriyê ku bi navê Cenevre-2 tê naskirin di 22’ê Çileya sala 2014’an de bi serpereştiya NY, Amerîka û Rûsya bê lidarxistin.