Serhildan ji bo Rojava – Panorama Diyarname

Serhildan ji bo Rojava – Panorama Diyarname

Li Şirnex, Cizîr, Mûş, Kop, Colemêrg, Dêrsim, Agirî û gelek navendên din meşên bi meşale, çalakiyên rûniştinê û daxuyaniyên çapemeniyê yên girseyî ji bo piştgiriya rojavayê Kurdistanê hatin dayîn. Di çalakiyan de bang li dewleta Tirkiyeyê hat kirin ku dawî li piştgiriya xwe ya ji çeteyan bîne.

 
Piştgiriya ji bo berxwedana gelê Rojava ya li dijî çeteyên El Qaîdeyê, li bakurê Kurdistanê zêde dibe. Di çalakiyên li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de komkujiya li dijî sivîlan bi tundî hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku gelê kurd ê li Rojava ne bi tenê ye.
 
LI CIZÎRÊ JI XWENDEKARAN ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
 
Bi armanca şermezarkirina komkujî û êrîşên li Rojavayê Kurdistanê, xwendekarên Dibistana Bilind a Pişeyî ya Cizîrê ya Zanîngeha Şirnex, li Kolana Hunerê çalakiya rûniştinê lidar xistin. Li gel dorpêça polîsan a bi maşînên zirxî jî, bi sedan xwendekar heta derengiya şevê çalakiya xwe dewam kirin û dûre daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê xwendekaran Ercan Kolanç daxuyanî da û komkujiya çeteyan a li dijî jin, zarok, kal, lanet kir.
 
YDG-ALÎKARIYÊ KOM DIKE
 
Li Cizîrê bi pêşengiya YDG-H’yê ji bo gelê Rojava kampanya alîkariyê hat destpêkirin. Ciwan di çarçoveya kampanyayê de li kolanan digerin û ji bo gelê Kurd ê li Rojava alîkariyê kom dikin. Heta niha bi tonan qût û pêdiviyên jiyanê hatin komkirin. Alîkariya di çarçoveya kampanyayê de tên komkirin, li Mala Serxweşî û Gel a Şaredariyê ya li Taxa Nûrê tên berhevkirin.
 
JI PARÊZVANÊN MAFÊN MIROVAN PROTESTO Û BANGA ALÎKARIYÊ
 
Şaxê ÎHD’ê ya Şirnexê, bi armanca şermezarkirina komkukjiya li dijî gelê Rojava, li Qada Cûmhûriyetê daxuayniyek da çapemeniyê. Serokê ÎHD’ê Şaxê Şirnexê Mehmet Emîn Cengîzoglû da xuyakirin ku di encama alîkariya Tirkiye û welatên mîna wê de, çeteyên El Qaîdeyê li dijî gelê Kurd komkujî û hovîtiyê dike û xwest dawî li piştgirîdayîna çeteyên El Nûsra bê anîn. Cenîzoglû her weha xwest deriyên sînor ên bi Rojava re tavilê bên vekirin û destnîşan kir ku ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê bimeşe pêwîste bi Rojava re têkiliyeke baş were danîn. Cengîzoglû bang li gelê Kurd jî kir ku alîkariya xwe ya ji bo Rojava bînin avahiyên ÎHD, Baro, Rêxistina BDP’ê, KESK, EDEV û KURDÎ-DER’ê.
 
ZAP SPOR NERAZÎBÛN NÎŞAN DA
 
Klûba Spor ya Zapsporê, der heqê komkujiyên li Rojava de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniye li ber avahiya Şaredariya Colemêrgê de li gel rêveber û endamên klûbê, gelek kes amade bûn. Dîroktorê Teknîkî yê Zapsporê Mecît Tekîn daxuyanî da û destnîşan kir ku komkujî, serjêkirina zarokên bêguneh, cihê xwe Kûranê de nîne. Tekîn diyar kir ku divê ti kes li hemberî komkujiyan bêdeng nemînin û anî ziman ku weke Klûba Zapsporê ew li cem gelê Rojavayê Kurdistanê ne.
 
LI MÛŞÊ DI XWARINA FITARÊ DE LANET LI ÇETEYAN HAT ANÎN
 
Li Mûşê jî, di xwarina fitarê ya li Taxa Yeşîlyûrtê de, lanet l komkujiyên çeteyan ên li dijî gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê hat anîn. Beriya xwarina fitarê ya ji aliyê BDP’ê ve hat dayîn, ji bo welatiyên di komkujiya li Rojava de jiyana xwe ji dest dan, mewlûd hat xwendin. Serokê Rêxistina BDP’ê ya Mûşê Naîf Erol piştî mewlûdê axivî û destnîşan kir ku komkujiyên çeteyê El Qaîdeyê di bin maskeya Îslamê de dike, wê ji aliyê gelê Kurd ve bêbersiv nemîne. 
 
LI KOPÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ
 
Li navçeya Mûş Kopê, çalakiya bêdengiyê ya duh bi armanca şermezarkirina komkujiya li Rojava destpê kir, li ber Nexweşxaneya Dewletê dewam kir. Ciwanên ji Kopê hatin cem hev û bi qasî 2 saetan çalakî lidarxistin. Hat ragihandin ku çalakiya îro wê saet di 20.30 de li ber Bankaya Zîraatê pêk were.
 
LI AGIRÎ DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ YA GIRSEYÎ
 
Rêxistina BDP’ê ya Agiriyê, der barê êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê bi awayekî girseyî daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya li ber Navenda Kar a Şaredariya Agiriyê de li gel rêveberên BDP’ê û şaredariyê, gelek kes amade bûn. Rêveberê BDP’ê yê Agiriyê Tekîn Alptekîn daxuyanî da û diyar kir ku çeteyên bi piştgiriya AKP’ê li dijî gelê Kurd şer dikin. Alptekîn got, “Em êrîşa hovane ya li dijî gelê Kurd şermezar dikin. Em ji hemû hêzên qirêj ên komkujiyan dikin re dibêjin; destên xwe yên qirêj ji Rojava bikşînin. Gelê Rojava bi tenê nîne. Êdî her cihê Kurd lê dijî, Rojava ye.”
 
LI DÊRSIMÊ MEŞ HAT KIRIN Û FIND HATIN VÊXISTIN
 
Li Dêrsimê bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Rojava, ji Kolana Hunerê heta Parka Seyid Riza meş hat lidarxistin. Di meşa ku timî dirûşma “Li ber xwe bide Rojava”, “AKP destê xwe yê qirêj ji Rojava vekişîne”, “Bijî Berxwedana Rojava” hat qêrîn de, Berdevkê Demî yê Platforma Şaxên KESK’ê yên Dêrsimê Gurbuz Solmaz daxuyaniyek da. Solmaz diyar kir ku bi piştgiriya leşkerî, siyasî, aborî û madî ya Tirkiyê re çeteyên El Nûsra êrîşî mirovên sivîl ên li Rojava dikin û destnîşan kir ku ewê li hemberî vê bêdeng nemînin.
 
Piştî daxuyaniyê li ber peykerê Seyid Riza, ji bo gelê Rojava find hat vêxistin û çalakî bi dawî bû.
 
LI MANÎSAYÊ MEŞA BI MEŞALE
 
Li navçeya Manîsa Sarûhanliyê jî bi sedan kesên li ber Salona Dawetê ya Servekirî ya Taxa Kûrtûlûşê hatin cem hev, bi meşaleyan heta navenda Taxa Yilmazlarê meşiyan. Di meşê de êrîş û komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê bi tundî hatin şermezarkirin û piştgirî bi gelê Rojava re hat nîşandan.
 
Jêder: Diyarname