Serkanên tirk li xwe mikur hatin; 7 leşkerên me di rojekê de hatine kuştin

Ji destpêkirina êrîşa hovane ya dewleta dagirker ya tirk, ya li ser Efrînê de, cara yekeme serkanên tirk li xwe mikur hatin û hejmara kuştîyên xwe bê kêmanî be jî aşkere kirin.
Li gorî daxuyaniya fermî ya wezareta serkaniya giştî ya dewleta tirk, leşkerek di dema şer de, yek jî li ser sînorê Kilîsê hatiye kuştin. Li gorî daxuyaniyê di dema tunekirina tanqekê de jî 5 leşkerên êrîşker û dagirker ji aliyê şervanên Kurd ve hatine kuştin.
Dewleta tirk ji destpêka êrîşê ve hemî kuştîyên xwe û hejmara tanqên xwe yên hatî tunekirin vedişêre. Lê ji ber Video û dîmenên ku belav dibin, dewleta tirk jî sedî 5 jî be windayîyê xwe aşkere dike.