Serkeftina Kobaniyê û 2 yê Rebendan

Serkeftina Kobaniyê û 2 yê Rebendan

Di 2012an de anku durist di salroja damezirandina komara Kurdistanê de kantonên rojavayê Kurdistanê dest bi jiyana xwe kirine. Balkêşe ku dîsa di salroja damezirandina komarê da pêşmerge û gerîlayên qehreman Kobanî ji destê Daîşê rizgar kirin. Ev baştirîn peyame ku êdî:
1. Kurd bûne yek û ji hev dûr nakevin.
2. Kurd bi bê hêzên biyanî jî dikarin qedera xwe ya paşerojê diyar bikin
3. Kurd li rojhilata navîn bûne destpêka pêvajoyeke nû a siyasî-civakî,
4. Di çavê cihanê da “pirsgirêka Kurd” bû xwedî meşrûiyeteke dîrokî,
5. Dewletên dagîrkerên Kurdistanê êdî nikarin wiha erzan û tenê bi kuştin û terorê nêzî doza Kurdî bibin.
6. Bersiveke baş ji xayîn û caşên ku bi çavekî sivik li hereketa bakur û destkeftên wê dinêrin.

Êdî bi vê serkeftinê re taboya Daîşê rastî şikesteke dîrokî hat û li herêmê cesaretek siyasî-leşkerî li dijî wan peyda bûye. Ji vir û pêde ewê bikevin serajêriya binkeftinê heya ku bi yekcarî dikevin nava zibildanka dîrokê.

Di 69mîn salroja damezirandina komara Kurdistan de Kobanî silaveke germ da Pêşewa Qazî û Mehabadê. Bi vê serkeftina mezin re êdî Kurd çeperê xwe yê parastin û azadîxwaziyê bihêzitir dikin.

Di vê sedsalê de azadiya Kobanî mezintirîn destkefta hemû mirovahiyê ye.
Ev serkeftin li we teva pîroz be hevalno.
Li benda nêrînên we me.
KAKŞAR OREMAR / 26.01.2015 DÜSSELDORF