Serok Barzanî: Damezrandina dewleta Kurdî bi diyalogê dibe nek bi tundûtujî

Serok Barzanî: Damezrandina dewleta Kurdî bi diyalogê dibe nek bi tundûtujî

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya bi ajansa Frans press re behsa çendîn babet û rojevên sereke yên Kurdistan, Îraq û Rojhilata Navîn kiriye. Serokê Kurdistanê dibêje, ku damezrandina dewleta Kurdî mafê selmandîyê gelê Kurde, lê niha damezrandina dewleta Kurdî bi diyalogê dibe nek bi tundûtîjîyê.

Serok Barzanî di hevpeyvîna han de behsa damezrandina dewleta Kurdî kiriye û gotiye: Mafê gelê Kurd e ku, bibe xwedan dewletek box we lêbelê ew dewleta han nabe bi rêya tundûtîjî belkû dibe bi rêya diyalog û giftûgoyan were damezrandin û dibe mercên pêwîst ji vê yekê re werin amadekirin.

Serok Barzanî tekez li ser vê yekê kiriye ku, kêşeya Kurd li ti parçeyeke Kurdistanê bi tundûtîjî nayê çareserkirin, Serok Barzanî wisa axaftinên xwe domand: Em dizanin ku, mafê gelê Kurde daku, weke her gel û neteweyeke din bijî û mafên xwe bi dest bixwe, lêbelê serdem û çaxa niha serdem û çaxa jihev fêmkirinê ye lewre em tevahiya gelê Kurd han didin daku, bi wan dewletên ku, Kurd li ser wan hatine dabeşkirin dest bi giftûgo bikin.

Serok Barzanî di beşeke din ya hevdîtina han de eşkere kir ku, Kurd bi ti awayî naxwaze li ser hesabê kesên din armancên xwe bidest bixe çûke Kurd hertim beşek bûye ji çareseriya kêşe û arîşeyan û hewl bo çareser kirina kêşeyan daye ne bo aloz kirina wan.

Derbarê kongreya netewî de jî yaku, biryare di demên pêş de were sazkirin Serok Barzanî got: Armanca sereke ya vê kongreyê yekxistina nav mal û gotara Kurde, gotar û peyama kongreyê gotar û peyameke aştiyane ye û kongre hewl dide daku, li ser rêbaz û çareseriyên aştiyane lêkolînên pêwîst bike.

Serok Barzanî anî ziman ku, kongre ti biryarek nastîne belku li ser stratîjiyetên giştî lêkolînan dike.

 

Jêder: Ktv