Serok Barzanî daxwaz kir ku ji bo Rojava lijneyek bê avakirin.

Serok Barzanî daxwaz kir ku ji bo Rojava lijneyek bê avakirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo lêkolînkirina rûdanên li Rojavayê Kurdistanê, ji Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî daxwaz kir ku lijneyek bê avakirin.  Nameya serokê herêmê weha ye:

Ji bo Lijneya Amadekar ya Kongreya Neteweyî ya Kurd

Silavekî germ…

Ev demeke ku di medya de, hinek navendên siyasî û ragihandinan de, hindek nûçe dihêne weşandin. Ev nûçe dibêjin aliyê terorîstan li Rojavayê Kurdistanê, li hember gelê Kurd cîhad ragihandiye. Ev nûçe dibêjin terorîstên ser bi El Qaîde êrîşî mirovên medenî û bêtawan dikin, serê jin û zarokên Kurd dibrin. Ji bo rastiya van nûçeyan aşkera bibe daxwaz ji we dikim ku lîjneyekî taybet pêkbînin. Ev lîjne serdana Rojavayê Kurdistanê bike û lêkolînê li ser wan nûçeyan bike.

Heger ev agehî rast bin, welatiyên Kurd, jin û zarokên bêtawan di bin metirsiya êrîşa kuştin û revandina terorê da bin, wê demê Herêma Kurdistanê dê hemû şiyanên xwe ji bo vê yekê bixe holê û parastina jin, zarok û welatiyên bêtawan yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê bike.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

08.08.2013