Serok Barzanî: Divê di parlamena Îraqê de Kurd yekhelwest bin

Serok Barzanî: Divê di parlamena Îraqê de Kurd yekhelwest bin

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel wezîr û nûnerên Kurd yên parlamena Îraqê civînek pêkanî û di civînê de yekdengiya nûnerên Kurd yên li nav parlamena Îraqê hate gotûbêj kirin û her weha ji bo di reşnivîsa yasaya hilbijartinê de dengên Kurdan yek bibib, biryar hate dayîn ku lijneyek taybet ji nûneran pêk bihêt û helwesta dûmahîkê ya nûnerên Kurd bihête diyar kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li havîngeha Pîrmam a Hewlêrê li gel wezîr û nûnerên Kurdan yên li parlamena Îraqa Federel civînek pêk anî. Di civînê de reşnivîsa yasaya hilbijartinê ya parlamena îraqê hate gotubêj kirin ku ev yasa dê meha Nîsana sala 2014’ê encam bibe. Di civînê de serok Barzanî ji nûneran xwest ku diparlamena Îraqê de helwest û biryarên Kurdan yek bin.

Her weha di civînê de biryar hate girtin ku lîjneyek taybet ji hemû endaman pêk bihêt û der barê reşnivîsa yasaya hilbijartinê ya parlamena Îraqê de helwesta dûmahîkê ya nûnerên Kurdan bihête diyar kirin.

Der barê naveroka civînê de berdevkê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanî Mueyed Teyîb ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku, di civînê de li ser wê li hev kirine ku pişka Kurdên Şebek di parlamena Iraqê de bête zêdekirin. Her wiha nehêlin dengên lîsteyên ku nekarîne di hilbijartinan de bi ser bikevin bi ser listeyên mezin de bên belavkirin û bila li ser lîsteyên biçûk de bên dabeşkirin.

Her weha parlemantera hevpeymaniya Kurdistanê Ela Talebanî jî ji PUKmedia yê re daxuyand ku  Kurd dixwazin rêjeya dengên pêwîst ji bo namzetan li hemû deverên Îraqê yek be, ji ber ku di vê mijarê de neheqî heye. Talebanî diyar kir ku hevpeymaniya Kurdistanê parastina kotaya kêmnetewan û olan kiriye, û got ku kotaya Êzîdiyan piştî ku hevpeymana Kurdistanê xwest û parast di parlemanê de bilind bû, her wiha ji bo Kurdên Feylî û Ermiyan jî li ser daxwaza hevpeymana Kurdistanê kota hate danîn.