Serok Barzanî li gel Malikî civiya

Serok Barzanî li gel Malikî civiya
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li Bexdayê civiyan û ragihandin, her du alî li ser çareserkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê rijd in.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro (07.07.2013) serdana Bexdayê kir û digel serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî hevdîtin pêk anî.

Piştî civînê Barzanî û Malikî ji rojnamevanan re behsa naveroka civînê kirin û bersiva pirsên wan dan.

Barzanî û Malikî diyar kirin ku civîn erênî derbas bûye û ragihandin, di navbera wan de nakokî nemaye lê tenê li ser hinek mijaran nêrînên wan cihê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî behsa serdana Malikî bo Hewlêrê kir û destnîşan kir ku serdana han gavek ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê bû û wiha axivî: “Min jî serdana Bexdayê kir û bi vî awayî em bi hemû şêwazekî amade ne digel Bexdayê hevkariyê bikin da ku kêşe çareser bibin.”

Serokwezîrê Iraqê jî diyar kir ku ew rijd in li ser çareserkirina kêşeyan û wiha got: “Ji ber wê jî em bi awayekî micid lêjneyên hevbeş didin xebatê û tenê ji bo ragihandinê kar nakin.”

Di civîna rojnamevanî de, Barzanî di bersiva pirsa peyamnêrekî televîzyona Kurdsat de bi kurdî axivî, di wê demê Malikî got ku têgehîştiye. Di besivê de Barzanî wiha got: “Kurdî zimanekî fermî ye û divê tu fêm bikî.”

Rojnamevanekî derheqê kirîna balafirên şerî yên ji curê F-16 ji aliyê Iraqê ve pirsek ji Barzanî kir lê Barzanî bersiv neda. Beriya niha Barzanî bi tundî li hember vê yekê nerazîbûn nîşan dabû.

Li ser rewşa Sûriyê jî, Barzanî û Malikî li ser vê yekê têkez kirin ku destê xwe naxin nav karûbarên Sûriyê û divê xelkê wî welatî bi xwe biryara xwe bidin. Barzanî wiha got: “Emê li hember her cure êrişekî bibin ku li dijî Iraqê pêk were.”

Rudaw