Serok Mesûd Barzanî Dest bi Serdana Xwe Berev Rusiya û Romaîya Kir

Serok Mesûd Barzanî Dest bi Serdana Xwe Berev Rusiya û Romaîya Kir

Îro çarşembe Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bi şandeka pê re dest bi geşteka derveyê welat kir. Serok Mesûd Barzanî dê di evê geşta xwe de serdana Rusiya bike û beşdarîyê di korbenda Sent Petersburg a taybet bi aborîya navdewletî de bike û paşê bi serdaneke fermî serdana Romanîya bike.
Serok Mesûd Barzanî dê di maweya serdana xwe ya bo Rusiya de û beşdarîkirin di korebnda aborîya navdewletîya Sent Petersburg de çendîn dîdar û kombûn ligel hejmarek kesayetî û berpirsên beşdarbûyê evê korbendê encam bide. Korbenda aborîya navdewletî ya Sent Petersburg dê bo maweya du rojan berdewam be û zêdetir ji 5 hezar beşdarbû ji 80 dewletên cîhanê tê de amade dibin.Piştî dawîhatin bi korbenda Sent Petersburg , serok Mesûd Barzanî dê dawî bi serdana xwe ya bo Rusiya bihîne û bi armanca serdaneke fermî bo komara Romanîya berev Boxarest paytextê Romanîya birê bikeve. Armanca serdana serok Barzanî ji serdana Romanîya, xurtkirina peywendîyên duqolîyên navbera Kurdistan û Romanîya û gengeşekirina çendîn pirsên peywendîdar bi buwarê aborî û peywendîyên hemû alîyane yên navbera her du alîyane.Vexwandina (bangkirina) serokê herêma Kuridstanê Mesûd Barzanî bo beşdarîkirin di korbenda aborîya navdewletî li Sent Petersburg, nîşaneya girîngîdana derve û bi taybewtî Rusîya bi rola serokê herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê di berev pêş birina pêgeha aborîya Kurdistanê li ser asta Iraq, nawçe û cîhanê ye. Herwiha her îsal serok Barzanî bi fermî ji bo beşdarkirin di korbenda aborîya navdewletîya Davos a li Swîsê jî hatibû vexwandin.
Şanda ku di evê geştê de bi serokê herêma Kurdistanê re ye ji her yek ji Mesrûr Barzanî şêwirmendê encûmena asayişa herêma Kurdistanê û Fuad Husên serokê dîwana serokatîya herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî wezîrê samanên sirûştîyê hikûmeta herêmê, Felah Mistefa berpirsê fermangeha peywendîyên derveyê hikûmeta herêmê û Hêriş Muherem serokê desteya weberhênana herêma Kuridstanê û çendîn şêwirmendê pêk hatiye.

Peyamner