Serokatiya Herêma Kurdistanê teqîna li Kobanê şermezar kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê bi peyamekê teqîna doh ya li bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê şermezar kir ku di teqîna doh de û 11 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di peyamê de hate gotin ku; Em weke Serokayetiya Herêma Kurdistanê vê kirdara terorîstî bi tundî şermezar dikîn û hevxemiya xwe bi kesûkarên qurbaniyan radigihînîn. Ji xwedayê mezin hêvîdarîn şehîdan bixe ber rehmeta xwe û serxweşiyê li kesûkarên wan dikîn û şîfaya xêrê jî ji bo birîndaran dixwazîn.
Her weha hate daxuyandin ku Herêma Kurdistanê amadeye hemû cûre hevkariyek ji bo çareserkirina birîndaran pêşkêş bike.