Serokê ENKS: El-Partî, Yekîtî û Azadî komên çekdar ava kirine.

Serokê ENKS: El-Partî, Yekîtî û Azadî komên çekdar ava kirine.

Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Tahir Sifûk ragihand ku, hin partiyên girêdayî ENKS’ê komên çekdar ku di bin sîwana Artêşa Azad de tevdigerin ava kirin. Sifûk, bal kişand ku kesên li ser navê ENKS’ê li dijî operasyona YPG’ê ya Til Hemis axivîne jî nêrîna wan bixwe ye.

Di çavpêkeftinekê li gel malpera (Seda El-Beled) a Sûriyê de Tahir Sifûk axivî û got: Nakokiya di navbera ENKS’ê û Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) de ji destpêka êrîşa li ser Serêkaniyê dest pê kiriye.

Sifûk got: Piştî hêzên YPG’ê destkefetiyên mezin bidest xistin û her kesî hêza mezin a YPG’ê û berxwedana we ya li dijî çeyeyan dît, partiyên El-Partî (ya Ebdulhekîm Beşar), Yekîtî (ya Ibrehîm Biro) û Azadî (ya Mistefa Cuma) komên çekdar ava kirine.

Sifûk, lixwe mukir hat û got: “Tabûrên Azadî ketine bin sîwana Aratêşa Azad.”

Sifûk, da zanîn ku ENKS’ê li dijî vê ye ku hêzek girêdayî ENKS’ê hebe û wiha got:” Ji destpêka damezirandina ENKS’ê ve me gotiye xebatên me siyasî ne, ya din jî nabe ku 2 hêzên leşkerî li deverekê hebin. Ev dê feleketeke mezin ji kurdên Rojava re bîne.”

Sifûk got: “Di nava partiyên ENKS’ê de nakokî hebûn û dema ku komîteyên hevbeş di nava herdu meclîsan de hatin damezirandin EGRK’ê xwedî biryar bû û bi hêz tevlî hemû xebatan bûn, lê ji ber ku ENKS’ê ji gelek partî û kordenîsyonan pêk tê û di nava wan de nakokî hene, kar û xebat baş nemeşiyane.”

Der barê daxuyaniyên hin rêveberên hin partiyên di nava ENKS’ê yên der barê opersyona YPG’ê ya rizgarkirina Til Berek û Til Hemîs de jî Sifûk da zanîn ev daxuyanî ne li ser navê ENKS’ê û li ser navê kesan tên dayîn.

Derheqê serdana serokê koalîsyona Sûrî ya hêzên opozisyonê Ehmed Cerba bo Hewlêr di heman demê de ku her du encûmenên Kurdî di civînê de bûn Tahir Sifûk diyar kir ku her çend ew serdan li ser deweta serokatiya Herêma Kurdistanê bû jî ku pêştir hatibû kirin lê belê dema wê nîgatîv bû û hatina wî ji bo tevlîhevkirina kaxezan buye daku her du encûmenên Kurdî neghêjin rêkeftinekê ku xizmeta gelê Kurd li Sûriyê bike.

Sifûk bal kişand ser mebesta serdana Cerba û teqez li wê yekê kir ku her kes dizane ku kes ji wan xêra Kurdan naxwazin û naxwazin Kurd bighêjin mafên xwe yên rewa li Sûriyê.

Jêder: ANF