Serokê evsanewî Mandela 96 saliye

Serokê evsanewî Mandela 96 saliye

Evro roja ji dayikbûna serokê efsanewî yê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela ye. Bijîşkên wî diyar dikin ku rewşa tendurustiya Mandale her diçe baştir dibe.

Serokê evsanewî yê Efrîka Başûr Nelson Mandela evro bû 96 salî. Mandela ji ber enfeksiyona kezeba spî zêdetirî mehekê ye di mexweşxaneyê de ye û bijîşk dibêjin rewşa wî her roj ber bi başiyê diçe.

Der barê rewşa tendurustiya Mandelayê de serok dewletê Efrîkaya Başûr Jacob Zuma daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku Mandela di nexweşxaneya Preroria de ye û bijîşk jî der barê tendurustiya wî de agehiyên baş didin. Zuma got ku ew pir bi şanaz û serbilindin ku mirovekê weke Mandela di cîhanê de bûye sembolek. Zuma xwest ku pîrozbahiyên ev sal bibin mezintirîn ahega pîrozbahiyê.

Keça Mandela Zindzi Mandela jî diyar kir ku rewşa bavê wê başe û heger wesa berdewam bike dê Mandela vegera mala xwe.

Nelson Mandela di 18 Hezîran 1918’yan de ji dayik bû û li Efrîkaya Başûr li dijî rejîma faşîst têkoşiya. Mandela 27 salan di girtîgehê de ma û piştî derket jî 5 salan bû serokdewletê Efrîkaya Başûr.

Neteweyên Yekbûyî di sala 2009’an de biryar da ku her sal roja 18 Hezîranê di cîhanê de weke roja Mandela dihête bibîranîn. Yekemîn car ev roj di stadyûmek mezin de hatibû pîroz kirin. Bi boneya roja dayikbûna Mandela li civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî dê pîrozbahiyek pêk were.

Ji aliyê din ve gelek serokên welatan peyama pîrozbahiyê ji bo Mandela şandin. Serokê Emerîkayê Barack Obama di peyama xwe de diyar kir ku Mandela berxwedanek mezin kiriye û ew ji tekoşîna Mandela karîger bûye. Her weha serok dewletê Rusyayê Vladîmîr Putîn jî di peyama xwe de destnîşan kir ku Mandela perçeyek giring yê dîroka hemdem ya Egrîkayê ye. Pûtîn got ’Mandela damezrênerê Efrîkaya demokratîke’.

Rewanbej.net