Serokê herêma Kurdistanê qanûna dirêjkirina maweya parlemana Kurdistanê pejirand

Serokê herêma Kurdistanê qanûna dirêjkirina maweya parlemana Kurdistanê pejirand

Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê qanûna dirêjkirina maweya xûla sêyem a parlemana Kurdistanê û çend qanûn û biryarên dinên parlemana Kurdistanê pesend kir.
Şêwirmendê ragihandina rojnamevanî yê serokê parlemana Kurdistanê Tariq Cewher sarmemî di peyamekê de ku li ser pêgeha taybetîya xwe li ser tora civakîya facebookê belav kiriye, ragihandiye, ku serokê herêma Kuridstanê Mesûd Barzanî duh roja çarşembe 09/07/2013 qanûna dirêjkirina maweya xûla sêyem a parlemana Kurdistanê pesend kiriye. Di evê peyama şêwirmendê ragihandina rojnamevanêya serokê parlemana Kurdistanê de, hîç basa amaje bi qanûna dirêjkirina maweya seroaktîya herêma Kurdistanê bo maweya 2 salan nehatiye kirin û wisa xuya dike ku seorkê herêma Kurdistanê hêşta ev qanûn pesend nekiriye.

Tariq Sarmemî daye xuyakirin, ku serokê herêma Kurdistanê bi biryara hejmar 22 ku di berwara 09/07/2013 de derçûye, qanûna hejmar 18 a dirêjkirina xûla hilbijartina sêyem a parlemana Kurdistanê pesend kiriye, ku di kombûna asayîya hejmar 35 a parlemanê ya roja 30/06/2013 de biryar li ser hatibû dan. Li gor madeya yekem a wê qanûnê, xûla sêyem a parlemana Kurdistan-Iraq ku di 20/08/2013 de tewaw dibe, heta 01/11/2013 berdewam dibe û hilbijartinên parlemanî di 21/09/2013 de dihên encamdan.

Tariq Sarmemî herwiha ragiahndiye, ku serokê herêma Kurdistanê herwisa 5 qanûnên din  ên qanûna mafê deskevtina zanyarî, qanûna îmtiyzatên lêkolerên dad ên federalî, qanûn arajeya zanîngeha federalî ya hewarkirî li herêmê û qanûna berpirsyarnebûna  beşdarbûyê tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê ji alîyê sizayî û şaristanî ve û biryara pesendkirina peymana hevbeşî û geşepêdan  di navbera desthilatên giştî û rêkxistinên nehikûmî li herêma Kurdistan-Iraq pesend kiriye.

PNA