Serokê Îranê hewil dide civakek nûdem damezrîne

Raporta nû ya derbareyê mafê mirovan de,ku N Y î roja 23 meha çêriya pêşîn belav kir, rêzek rexneyan li Îranê dike sebaret bi rewşa mafê mirovan. Ji xwe ne sala ewil e, ku rêxistinên navnetewî û mafparêz sebaret bi binpêkirina mafê mirovan rexna li Îranê dikin. V. Sajîn bi hûrgulî babetê rave dike:
“ Desthilatdarên Îranê sebaret bi normên sizadanê yên di qanûna Îranî de û pêkanîna kirdarên,ku qanûn qedexe dike, têne rexnekirin.
Sebaret bi xala ewil, ji xwe N Y î bi taybetî ceza darbestkirinê rexne dike . Îran di warê darbestkirinê de radeya dudan li dinyayê piştî Çînê digre. Berî sala 2005 an, anku berî,ku Ahmedînecat bibe serokê Îranê salê 100 miroav li Îranê dihatine darbestkirin. Lê ji sala 2006 an ve, rêjeya darbestkirinê pir bilind bû- ji 180, di dawiya sala 2011 an de bû 700. Û ji kanûna duyem a sala 2012 an heta hizêrana sala 2013 an 724 mirov li Îranê hatin darbestkirin. Darbestkirin li Îranê derheqa tawanên giran de tê cîbicî kirin, lê her weha komasekswalîst jî têne îdamkirin. Ji sala 1980 î de 4 hezar mirov bi wê tometê hatine îdamkirin. Qanûna Îranê her weha diziyê, gawirtiyê, û henek tawanên cinsî, û vexwarina alkegolê bi cezayên curbecur, mîna destjêkirinê, lêdanê … cesaz dike. Desthilata Îranê tekez dike, ku qanûna îslamî kar û barên wan qedexe nake, îşkence û endamjêkirinê nahesêbin binpêkirin ..
Temenê berpirsatiya qanûnî li Îranê ji bo keçikan 8 sal û neh mehe û ji bo lawan 14 sal û 7 mehe. Heta aniha jî dadwerên Îranê gencan bi darbestkirinê hikum dikin.
Xala 1041 ya qanûna medenî ya Îranê derfetê dide,ku keça 9 salî were zewicandin, lê divê xwediyên keçikê qebûl bikin, û mafên wê werne dabînkirin. Lê sala 2002 an guhertinek di qanûnê de hate pê, û daxuyakirin, ku divê dê û bav û dadgeheke taybet zewaca zarokên temenê wan nebûye 15 al erê bikin. Lê li deverên dûr ew norm nayên ber biçavkirin.
Guhertina,ku di xala 27 an de ya qanûna Îranê hate pêkanîn, Komîsyona N Y pir endîşedar kir. Li gorî wê qanûnê zirebav dikare bi zirezaroka xwe re bizewice, heger bibîne,ku “berjewendiya zarok dabîn dike“.
Her weha azadiya gotin û çapemeniyê babeta endîşedariyê ye. Peyamnêrê mafê miroavn yê taybet yê N Yî li Îranê Ahemd Şehîd ragihand,ku di sala 2013 an de 15 rojnamevanên Îranî hatine girtin. Bi gotina wî aniha 70 medyakar û bloger di zindanan de ne. Zêde ji vê, 67 internêt kafê û 5 milyon malper jî hatine girtin û qedexekirin. Di nerîna Ahmed Şehîd de nexşa mafê mirovan li Îranê pir şêlû ye. Lê nûnerê Îranê li N Y î Muhemed Xezay noteke erênî destnîşan kir û daxuyakirin,ku raporta komîsyona N N realîteyên siyasî û civakî yên Îranê baş nasnake, dîplomatê Îranî wisa jî daxuyakirin,ku amadeye hevkariyê bi rêxistinên navnetewî yên mafê mirovan re xurt û berfireh bike.
Bi gotina wî piştî helbijartina Hesen Rûhanî, hikûmeta Îranê baleke taybet dikşîne ser rewşa mafê mirovan.
Bi rastî jî serokê Îranê yê nû kar û xebatê dike,da,ku rewşa mafê mirovan li welêt pêşdebixe. Nerîna îrannasa Rûs Yêlêna Dûnayêva:
` Dabînkirina mafê hemwelatiyan yek ji dirûşmên hewa berbijartiya Hesen Rûhanî bû. Serbestkirina 30 girtiyên siyasî,ku piştî bûyerên sala 2009 an hatibûne girtin, gaveke giring bû di wê pêvajoyê de. Her weha pirsa serbestberdana lîderên “tevgera sala 2009 an“-Kuryabî û Mûsewî- eşkere tê gengeşekirin“.
Yêlêna Dûnayêva her weha balkişand ser daxwaza Rûhanî ya di bareya başkirina şert û mercên xebata Medya îranî de, nemaze jî di warê çevdêrkirinê û dirustkirina şert û mercan de ji bo azadiya internêtê.
Serokê nû her weha xebatê ji bo hevsengiya jin û mêran di jiyana siyasî, aborî û sosyal de dike. Aniha jimara jinan di perlemanê Îranê de ji demên bihurî bêtire.
Wiha jî atmosfêra azadiyê li zanîngehan pêşde ketiye. Xwendevan bi beşdarbûna profesorên biyanî jî bebetên curbecur gengeşe dikin. Di heman demê de bal tê kişandin ser mafên ol û netewên Îranê. Şêwrdarekî taybet ji serokomar re di vî warî de hatiye destnîşankirin û programeke taybet jî hatiye amadekirin.
Helbet ew tedabîr di asta destpêkirinê de ne. Û ne diyare ka heta çi radeyê wê serokkomar wan bicî bike, – yan jî heta çi radeyê wê li Îranê rê bidine serokkomar, da,ku planê xwe pêkbîne. Helbet layangirên programa lîberal a Rûhanî li Îranê pirin.Lê di heman demê de dijber jî ne kêmin û gelek kesatiyên bandordar jî di nav wan de peyda dibin. Lewma ne diyare,ka sala dahtû wê komîsyona mafê mirovan a N Y î bi çi rengî raporta xwe derheqa Îranê de binvîsîne.