Serokê Tirkîyê ji bo Demirtaş got; Ew kesê hun qala wî dikin terorîste

Serokê Tirkîyê ji bo Demirtaş got; Ew kesê hun qala wî dikin terorîste

Serokê dewleta tirkiya zalim û mirovkuj Erdoxan îro li Hamburgê bersiva pirsên rojnamevana da. Ji bo pirsa rojnamevanekî ya \"Selaheddin Demîrtaş û parlemenên dîtir yên Kurd dê kengî serbest bêne berdan?\" Erdoxan hizir û biryara xwe û dewleta tirk aşkere derbirî û weha got;

\"Ew berpirsiyariya serbestberdana terorîstan ji girtîgehan ne di destê mede ye. Tirkî welatê dadê ye. Kesê hun qala wî dikin terorîsteke. Terorîstekî wisaye, hemî birayên minî Kurd derxistine kolanan û 53 birayê min dîsan bi destê Kurdan dane kuştin. Eve tenê tawanek ji yê wî ye. Hîna gelek tawanên wî hene. Ew kesê yê digot ; PKK li pişt meye, PYD û YPG li pişta meye û gef li me dixwar. Ji xwe neha di destê dadwerîyê deye. Dadwerî çi biryarê bide, ew biryar ser ser û çavê meye.

Serokê dewleta Tirkîyê hertim jiber bêhêziya Kurdan û bêxwedîbûna siyasetvanên Kurd gef li wan xwariye û bêçaretiya wan di her derfetê de derbiriye.