“Serokên Xayin”

“Serokên Xayin”

Van rojan wekî gelik demên dirokên bihurî di van rojên dawî de dîsan di nava Kurdan de hevdu tawanbarkirinên –Xayin- derdikevê pêş. Bi taybet ji bakur berbi başûr ve wekî hercar gotina Xayîn bi dengekî bilind tête qêrîn. Di torbendên civakî de kî derfetekî dibîne dijî yên dîtir peyva –xayîn – wekî sileyekê dihejîne.

Dîsan divê ku em bêjin Kurd ne wekî tu gelên dîtir yên cîhanê ne. Rexnekirin û dijî derketin û şermezarkirin û hetanî serhildan jî ne wekî yê xelkê ne. Xwenenasek, mirovekî ku hîna du gotinê Kurdî nizane dikare bibêje –Berzanî kuçike, berzanî xayine, berzanî xwefiroşe- eger ku hun li binya wî kesî binêrin dibe ku bi navê Kurdîtiyê hîna du peyv nanîne cem hev.

Ev windabûna asta rewişta civakî dide nîşandan. Li Silêmaniyê sala bihûrî dijî sîstema YNK serhildan çêbûn. Li Hewlêrê dijî siyasetên hikumetê Serhildan çêbûn. Eve wekî hêviyekê da çêkirin ku êdî Kurd jî wekî mirov û gelên dîtir yên cîhanê li gorî pîvanên civakî serê xwe rakin an jî nerazîbûna xwe derbibirin. Lê mixabin di roja îro de bi taybet di torbendên civakî de, di ciyê xwe yê germ û nermde êdî mirovên erzan peyvên erzan bêhtir dikarin bikin. Çawa ku hindek kesên tirk yên faşîst peyvên giran ji bo Serokê PKK Evdille Ocalan dikin, çawan ku hin tirk bi awayekî dirrindeyî henekê xwe bi gerîllayên Kurd û jinên Kurd dikin, bi heman rengî gelik Kurdên bakur jî vê êrîşê dijî Kurdên başûr dikin. Di bin navê PDK û Barzanî de êrîşê dijî gelê başûr dikin.

Bêgûman her partiyeke siyasî ya Kurdan bi qasî xêrên xwe di bin barê gunehan de jî maye asê. Her partiyek û hêzeke siyasî ya Kurdan di bin kêmasî û xeletiyên girande maye. Lê ne dijî PKK ne dijî PDK ne dijî YNK ne dijî hêz an jî siyasetên Kurd yên ku Nûnertiya beşekî mezin ya girseyên gel dikin mafê tu kesî nîne ku dijûna bike û hema ci hat ber devê wan bibêje.

Dema ku Serokê PYD û bavê Şehîdekî Kurd çû bi MIT a tirkan ve hevdîtin kirin piştî bi heftiyekê hêzên EL Nisra dest bi kuştina zarokên Kurd kirin. Wê demê jî gelek deng bilind dibûn û digotin Salih Muslim xayintî dike û li gel dijminên Kurdan rûdine. Dema ku generalên tirk, an jî MIT a tirkiyê di girtîgeha Imraliyê de li gel Serokê PKK Evdille Ocalan rûdine jî gelik kurd bi dengê bilind dibêjin Kurdistan ji bo dijminan tê pêşkeşkirin.

Berê jî dema ku Serokê YNK Celal Talabanî diçû cem Sadam, an jî Nûnerên PDK diçûn cem hindek serokên welatên dagirker. Herkesek hertim hevdû tawanbar dike.

Lê herkes ya xwe siyaset dibîne, ya yê dîtir xayintî dibîne. Tiştê seyr û ecêb ewe ku herkes ji bo rêxistina ku di rêka wê de diçe rast û dirust dibîne lê ya rêxistin û hêzên dîtir xayintî dibîne. Eger herkes alîgirê siyasetekî HEMÎ KURDISTANÊ ye wê demê divê hun dest ji siyaseta nava Tirkiyê berdin, divê BDP bête girtin divê Kurdistan wekî yek parçeyî bête dîtin û daxwaziyên ku ji tirkiyê têne kirin divê li gorî hemî parçeyên kurdistanê be, divê Hewlêr û Silêmanî û Qamişlo û Mehabad jî di nava parlementoyeke azad ya Kurdsitanê de bêne bicîkirin an jî di parlementoya Tirkiyê de wekî eyaletên dîtir yên Kurdistan an jî Tirkiyeke demokratîk bête dîtin.

Na eger ku her hêz an jî partî li gorî parçeyê ku têde têdikoşê siyasetê dike wê demê mafê tu kesekî nîne ku siyaseta parçe an jî hêza dîtir diyar bike. Bêgûman siyaseta ku parçeyekî dîtir bifroşe an jî xisarê bidiyê de tu Kurdek vêya nikare qebûl bike an jî bêdeng bimîne. Lê têkiliyên siyasî meşandina siyasetê li gorî biryar û xwesteka mirovên di mala xwe de runiştî nameşe.

Rexnekirin, şermezarkirin, protesto, serhildan ev çalekî û kiryarana di cîhanê de şêwazê herî asayîne. Lê dijûn û dijî hêz û serokên Kurdan em bawerin tenê çanda me Kurdan e.

Mirovekî xwenenas dikare di nava yek gotinê de bibêje – Apo Kurdan difroşe- Mirovekî xwenenas dikare di nava yek gotinê de bibêje –Salih Muslim- Kurdan difroşe hikumeta suriyê, Mirovekî xwenenas dikare  bi yek gotinê bibêje – Barzanî Xayin û xwefiroşe.

Lê diyare ku asta rewişta mirovan di vî warî de gelek dikeve. Ji vêyajî xirabtir û metirsîdar ewe ku Êdî hinek nivîskar, hunermend, sitranbêj jî dikevine nava vê çembera erzan.

Îro jî di facebook ê de, bi navê bikarhênerekî facebookê –Rotinda- Li gel wêneyekî Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û Erdoxan sitrana Xayin hate parvekirin. Û ev Vîdeo an jî sitran di dîwarê 46 sitranbêjan ve hatiye parvekirin dibe ku heya gelekan hîna jê nebe jî. Lê diyare ku kêfa gelek sitranbêjan dî jî ji vê parvekirinê re hatiye. Ev jî asta huner û hunermendiya sitranbêjê Kurd dide diyarkirin. Eger ku di bin parvekirina hunermendekî de –Şerefsîz, xwefiroş, ketî, bênamus- ji bo serokekî Kurdan tê gotin eve diyar dike ku Hemî Serokê Kurdan ji aliyê hindek kesan ve li ber firotinên ne.

Eger ku raste ewqas hun di bîr û hizrê xwe de rast û dirustin, şûna ku rê li kirêtiyan bête vekirin, şûna ku rê li hindek kesên xwenenas bête vekirin, 500 dolarî mesref bikin biçin Hewlêrê dakevin, herin navenda PDK û bêjin heyran ne bi dilê mine ku Barzanî li gel Erdogan hevdû bibîne. Erdoxan kurdan dide kuştin, erdoxan piştevaniya El Nisra dike, Erdoxan dijminê Kurdane. Lê divê hun wê demê nehêlin ku Siyasetmedarên BDP jî Erdogan bibînin. Em di wê baweriyê de ne ku dê hêzên PDK we ne kujin an jî destgîr nekin. An jî bi hezaran şêwazên rexnekirin, şermezarkirin, protestokirin an jî dijîderketina van gavên siyasî heye. Wekî Komeleya Nivîskarên Kurd ya Amedê hun jî wekî nivîskaran biçin ber deriyê Sêmalke helwestê xwe diyar bikin. Bila gaveke wisan ji van sitranbêjên me jî werê. Nivîskar di pey bidestxistina perê çapkirina pirtûka xwe de ne, lê Sitranbêj qet nebê her heftî diçin dawetekê sitrana dibêjin perê xwe werdigrin.

Em wekî malpera Rewanbej; zimadirêjiya bê ast, dijûn, piçûkxistinên kirêt, û peyva –xayin- ji bo tu serokê Kurd û hêzên Kurd yên ku beşekî mezin gel bi wan bawere û di pey wande ye na pejirînin û xwedanê van gotinan Şermezar dikin.  Ev hişyarbûn berî herkesî ji sitranbêj û hunermendên Kurd tê xwestin. Em hêvîdarin ku vê ziravbihîstiyariya xwe bidin nîşanan û hezkiriyên xwe jî vexwînine nêzîkatiyên bi rewişt.

 

Em di heman demê de bala hemî medyaya Kurdî dikşînine vê xala giring, Van heqaret, dijûn û hevdu xayînkirina di torbendên civakî de divê bêne şermezarkirin û pêşî lê bêne girtin. Di bin van parvekirinande em dibînin sedî 80 dijûnên ku têne kirin bi zimanê tirkî têne kirin. Eve jî dide diyarkirin ku ew kesên van dijûna dikin ji xwe di derûnê wan de Kurdîtî nîne û ev leyistokên xirabin.

Bi hemî xeletî û kêmasî hetanî siyasetên ku xisar dane Kurdan ve jî hemî Serokên Kurdan nirxên vî gelî ne. Heq û mafê tu kesekî nîne dijûnê ji wanre bike an jî rê li dijûnan veke.

Eve jî dirêjeka Rûpelekî ye ku kampanya dijûna destpê kiriye.

 

Rewanbej.net