Şevê Dergê Zindana xwe li Ber Min Vedikir

Şevê Dergê Zindana xwe li Ber Min Vedikir

HEY ŞEVÊ!

Şevê dergê zindana xwe li ber min vedikir

û kezîyê xem û xeyalan vedigirt,

ji hev belav dikir,

lê bo şevê xwe ye roja sibêh kezî yê nû vedigirtin
roj li ber bê taqet bûbû û qewata xwe unda dikir
hey şeva bêbext ka çima?

Xaylaza Reşîd 
27.08.2017