Şêwirmendê Erdoxan Helwesta Tirkî li dijî rewşa PYD ji aliyê xwe ve jî aşkere kir

Şêwirmendê Erdoxan Helwesta Tirkî li dijî rewşa PYD ji aliyê xwe ve jî aşkere kir

Şêwirmend û zilamê herî nezîkî Erdogan Yalçin Akdogan li ser rewşa rojava û PYD gefên tirkî bilêv kirin.

Şêwirmendê Erdoxan di nivîsa xwe ya anîşka rojnama Star de gotin û gefên ne nû lê balkêş nivîsîn.

Akdogan di nivîsa xwe de got ; PYD ya ku van rojan qala

xweseriya demokratîk dike divê bi agir nelîze.

Wekî ditîr jî Akdogan dazanîn ku ; berî neha serokê PYD Salih Muslum di daxuyaniyên xwe de digot ku rewşa pêvajoya surî di aliyê Kurdan de di çerixe û dê siyaseta helandin û tune dîtinê birize û dê têkiliyên me bi Tirkiyê re baştir bibin neha jî qala xweseriya demokratik dike. Serpêhatî û macerayeke dîtir ya ku PYD bikeviyê de dê bibe sedema arîşe û kêşeyên mezintir. Bi navê xweseriya Demokratîk bila PYD bi agir nelîze.

Şêwirmendê Erdoxan, Aydogan di nivîsa xwe de hizir û siyaseta Tirkiyê carekîdîtir weki gef da diyarkirin û got; Di warê siyaseta suriyê û rewşa suriyê de nêrînên me diyarin û weke tirkî rewşa me ya nazik jî diyare. Jiber vê yekê jî kesên ku têkevin nav tevgereke alozkirinê de dê bi xisar jinav rewşê derkevin. Hizrekî ku dixwaze li ser hêz û tevgerên ditîr serdest be nikare bighêje armancên xwe.

Rewşa rojavayê Kurdistanê û pêvajoya nû ku bi navê “Pêvajoya Aşîtiyê” jî tê binavkirin ya li Bakurê Kurdistan bi hevdûve girêdayî destpekirin û bi hevdûve girêdayî jî reng diguherin.

Dem dema him PYD him jî komara Tirk beramberî hev di navbera lihevkirineke nerastexo de bûn. Tirkî her çend hertim dijî rewş û pêşketinên baş yên aliyên Kurdan be jî di mijara PYD de gelik deman di nava bêdengiyekê de bû. PYD jî her weha deriyê xwe yê tirkî tu carî negirt.

Lê piştî biryar û ragihandinên PYD û guhertinên nû ku çêdibin, û daxuyaniyên tirkî u gûmanên wan dê rewş berbi kîderêve biçe em dê di demên pêş me de pêkve bibînin.

rewanbej.net