MR Bean bûye Misliman

MR Bean bûye Misliman

Eve demeke ku di torbendên civakî de nûçeyên mislimabûna Mr. Bean dihêne weşandin. Ev agehî hate piştrastkirin ku komedyenê navdar yê Brîtanî ola îslamê pejirandiye û biryar daye, bûye misliman. Şêx Reşîd Elxînoşî jî piştrast kir ku Mr Bean ku navê wî yê rastî Rowan Atkinson e bûye misliman.

Elxînoşî diyar kir ku Mr Bean ji mûj ve bûye misliman lê ev yek beyan ne dikir, lê wexta jê pirs dikirin jî tenê tiliya xwe ya êahadetê bilid dikir.

Mr. Bean, bi navê din Rowan Atkinson komedyenê navdar yê Brîtanî ye û pranî di filmên xwe de karakterekê bê deng dilîze. Mr Bean yekem car di salên 1990 î de bi navê Mr Bean di televîzyona ITV ya Brîtanî de hate naskirin. Di vê televîzyonê de rêzefîlmeke ji 14 beşan hate weşandin û Bean bi vî awayî di cîhanê de hate naskirin.  Piştî hingî fîlmên wî di gelek televîzyonên cîhanê de hate weşandin.