Sîxurê MİT a tirk yê di nava karê PKK dê li Hamburgê tê darezandin

Sîxurê MİT a tirk yê di nava karê PKK dê li Hamburgê tê darezandin

Bi tawana sîxurîyê di derbarê kesekî di nav PKK de doz hate vekirin.
Parêzerîya sereke ya Elmanya Federal di derbarê kesekî dî de, bi boneya sîxurîyê doz vekir.
Kesê bi navê Mehmet Fatih S. bi gumana zanyarîyên di derbarê Kurdan de vediguhezîne ji saziya nihênî ya Tirkîyê re sala çûyî meha Mijdarê ketibû bin çavdêriya girtî de. Îro di derbarê vî kesî de, di dadgeha Hamburgê de doz hate vekirin. Di daxuyaniya Serparêzeriya Federal de hate diyarkirin ku vî kesi ji karên sîxurîyê 30 hezar euro diraf bidest xistiye.

Hate ragihandin ku erka sereke ya Mehmet Fatih S. ewbûye da zanyariyan di derbarê malbateka karmendê Komeleyeka NAV- DEM ê berhev bike û bo rêxistina nihênî ya Tirkîyê veguhezîne.

Li gorî nûçeya torbenda \"Derwesten\" ya Elmanî ev kes ji sala 2013 ê ve sîxurîyê dike.