SİYASETA EMERÎQA, YA ROJHİLATA NAVÎN Û DEWLETÊN EWRUPÎ

SİYASETA EMERÎQA, YA ROJHİLATA NAVÎN Û DEWLETÊN EWRUPÎ

Dewleta yekbûyî “Emerîqa” xwe wekî axa yê dinyayê dide nîşandan û ji dewletên dinyayê re jî dibejê ku ne ez pisgirêkan çareser bikim hûn nikarin tu pisgirêkan çareser bikin. Weku em dizanin wextekî pirraniya gel ê kurdîstanê di bin nîrê axa tî û eşîrtiyê de xwe bi rêve dibirin, bê axa tî çawaye û bi çi şêwazê xwe bi rêve dibe û xwe li ser piyan dihêlê kesên ku wan waxtan li kurdîstanê jiyabe baş dizane. Axa tu carî naxwazê ku gundî û gel dinava aramî û aşîtiyêkê de bijîn, waxta ku gel û gundî dinava aramî û aşitiyekê de bijin tu qadr û qîmetê axa namênê. Axa didestpêkê de tevli- hevi, dubendi, arîşe û nakokiyan dixê nava gel û gundiyan de, wan bihevudin dide kuştin û bi şunde wekî kesên aşîtî xwaz, pisgirêkan çareser bikê xwe dide nîşandan û dibeje ku ne ez pisgirekên we çareser bikim hûn nikarin pisgirêkên navbera xwe çareser bikin. Dewleta Emerîqa jî bi şêwazeke wisa siyaseta xwe bi rê ve dibe, waxta ku em dêhnê xwe didine rojhilata navîn, Dewleta Emerîqa çi gel ê ku li rojhilata navîn dijîn jibonî ku newin cem hev û bi hevudinre nejîn û muhtacî wiya bibe çi ji destên wiya tê dike, bi deh salane ku gel ê rojhilata navîn destên xwe avêtine pêsîra hevudin û bi şêwazeke hovana bi hevudinre şer dikin. Dewleta Emerîqa cinawirekî wekî DÎAŞ ê di rojhilata navînde damezirand, kir ku gel û Dewletên rojhilata navîn hamu hawara xwe bighêjin Dewleta Emerîqa û jê re bibejin were me ji destê vî cinawirî xelas bike. Serok komarê tirkan Erdoxan jî wekî keftarên ku li derdora şêr’ên ku nêçira xwe dixun û ji xwe re dibeje bê ka ez jî ji xwe re pariyekî goşt ji vê nêçîre naxum, ha ha li derdora wan şêr a digere. Wekî ku em dizanin keftar ajaleke newêrek û goşt xwere, jiber ku bikêrî nêçîre nayê mecbûr dimene diçe li derdora wan ajalên nêçîrvan yên ku nêçîr ji xwe re girtine û nêçira xwe dixûn digere, jibonî ku ji bermahiyên wê nêçîre zike xwe têr bike.

Gel ê kurd di pêvajoyeke pirr nazik û hesas re derbasdibe, her çiqasî berdela wê giranbê jî kurd hatine cem hev û yekbûna xwe avadikin, didiroka kurdîstanê de gel ê kurd tu carî hewqasî nêzî hevudin nebûne û wisa nehatine cem hevudin. Jibonî ku yekbûna kurdan hîn behtir bi pêş bikevê û bi hêz bibe berpirsiyarî dikevê ser milên Serok, rêvebir, rewşenbîr û nivîskarên kurdan de, her çiqasî fikr û ramanên partî û rêxistinên kurdan ji hevudin cudabin jî, dive kurd hevudin tahmûl bikin, bi nirxê netewî siyaseta xwe bi rêve bibin û tevbigerin. Waxta ku gel ê kurd vê carê jî yekbûna xwe avanekin û bêne leystoka dijminên xwe, bila vêya baş bizanibin bi dahan salên din xwe ji koletî û bindestiyê xelas nakin.

DEWLETÊN EWRUPÎ:

Dewletên Ewrupî bê ewlene û bahwerî bi wan nayê, heya wekî îro tu pisgireken navnetewî çareser nekirine û ji îro pêde jî ez ne bahwerim ku pisgireken nava gelan çareser bikin. Em dikarin vê bê ewlehiya Dewletên Ewrupî biderketina rêberê gel ê kurd birez Ebdulah Ocalan waxta derkete nav Dewletên Ewrupiyan bê çawa Ewrupiya deriye xwe li ber Rêberê gel ê kurd girtin vêya piştrast bikin. Kurdan bi berxwadana kobanê ya ku li hemberî wan hovên dijî mirovahiye bi şêwazeke zîrek û can fedayî li ber xwe didin ji xeynî Dewleta tirk û faşîstên wan, kurdan sempeti û hizkirina gel ê dinyayê hemu bi dest xistine, jibonî ku dijmin û dagirkerên kurdan van destkeftinên kurdan berovajî bikin ketine nava liv û tevgerekê de, li vira barê giran dikevê ser milê serok, siyasetvan û rêvebirên kurdan de, dive rêber û siyasetvanên kurdan bi pêwendî û dîplomasiyeke zanîst û hostayî van destkeftiyên kurdan hîn behtir bi pêş bixin û bi parêzin, ya herî girîng yekbûna kurda ye, roj berî rojekê Qonferansa netewî kom bikin û hêza xwe bikin yek, wî wextî tu kes nikarê di rojhilata navînde li pêşiya serxwebûna kurdan xwe bigrê.

Xwedê alêkarê me û gel ê bindest bê.

Eliyê Koçer