Spînoza di navbera ayin û fîlosofiyê de

Spînoza di navbera ayin û fîlosofiyê de

Kêşeya serekî di çerxê Spînoza de çî ye?

Erê kêşeya serekiya bi dirêjiya 300 salan ji pêkînana nûxwaziya ewropî çî ye? Ew jî kêşeya ayinî û tundrewiya ayinî ye. Heger em ji vê xalê negehîn, heger em giringiyê nedinê, anku em ji gewherê nûxwaziyê û şerên wê yên mezin negehiştîne. Demê Spînoza pirtûka xwe ya li jêr navê “Gotarek di lahotiya siyasî de” li sala 1670  belav kirî, eve wê çendê digehîne ku ew ketiye di şerekê bi tirs de, piştî wî jî pitir bi dused salan berdewamî kiriye. Wî viyaye peywendiyan di navbera ayin û siyasetê de destnîşan bike, anku di navbera zelamên ayinî û zelamên desthelatê de. Bi pileya yekî viyaye vê çendê biselmîne: Azadiya fîlosofiyê, yan jî azadiya ernaf, bawerî û axavtinê, ziyanan nagehîne aştiya giştiya dewletê û dîsa nabe egerê belavbûna xirabî û bedrewiştiyê her weku lahotî diyar dikin. Belku berevajî, dê mercekê serekî be ji bona bi destvehînana aştiyê, belavkirina seqamgîrî û rewiştên pozetîv di nava civakî de. Li dawiyê jî nabe azadiya hizirî û fîlosofiyê bihête berbendkirin, hindî ew di çarçovê qanûnê de derbirînê ji xwe bikin.

Di rastî de, pirtûka jê gotî, êkemîn maytêkirina Spînoza bûye di karubarên ayinî û siyasî de li çaxê têde jiyayî. Lewa cihekê taybet di nava şakarên wî de heye. Ku di qonaxeka şermin ji mêjûya holenda diyarbûye. Wî demî hevrikî û nakokyên lahotî di navbera hemû tîreyên kirsitiyan, bi taybet jî birutistantiya kalfînî ewa piraniya dînî pêk dîna di dijwar bûn. Ku berevajî firensa, espaniya û îtaliya bûye ku rêbaza katolîkî bi şêweyekê rihayî zal bû. Van hevrikî û nakokiyan jî di navbera tîreyên birutistantî da wekir ku rêbaza kalfînî bi serkeve, berî pêk vejiyana aştiyane di navbera wan tîreyan de peyda bibe. Ku pêk vejiyaneka bê hefta û cureyî bû li wî serdemî li ewropa diyarbûy. Ku piraniya dewletan razî nedibûn pitir ji rêçikekê li ser axa wê hebe. Û hemû rêbazên dî yên mesîhî red dikirin, bi wê behanê ku ji hêla rasteqîneya ayinê mesîhî divarêne, anku ji hêla arsoduksyê. Li dawiyê ku ew herteqeye, yan zendîqin, û tekfîr û şermzarkirina dûvelankên wê û bê behrkirina wan ji mafên siyasî û medenî helale. Ev çend e jî rêbaza katulîkî li firensa, espaniya, îtaliya û purtogal li gel birutistantan bicihkir. Tinê nigltera bi semta rizgarbûnê ji tayfegerî û rêçikeyê diçû. Anku li heman semta holenda bû. Zêdebarî nakokyên lahotî yên jê gotî, nakokyên bidestveynana deselatê jî hebûn. Ew jî di navbera xêzana “uranc “ya mulkdar û civatên navixwey dabû yên hukmiranî li bajêr û herêman dikirin.

Piştî mirina şah gîwmê dwyê, kesekê ronakbîr binavê “can dovyêt “deselat wergirt. Li serdemê wî jî holenda geşeya zanisitî û zankoyan bi xweve dît. Û fîlosofiya nû jî weku mêtod hate xwandin. Ew jî fîlosofiya fransîs bîkun, Dêkart û hobiz bûye û Wesa jiyana rewşenbîrî geşekir û dezgehên weşanê bizaveka xurt dît. Holenda bibû rewangeha rewşenhzirî û wêjeyan li seranser ewropa.

Erê pa boçî Spînoza pirtûka xwe belavkir? Erê boçî bi rengekê mirdarî berevanî ji azadiya hizirî li welatên ewropî yên lêbiral û xwedan lêborîn dikir? Çunku lêborîn ya temam nebû. Divêt ji bîr nekin jî ku ew jiyan li nîva dwyê ji sedê 17  ê bû ne ku li sedê 20  ê bîstê bûye. Hevalên Spînoza û belavkerên wî sinurdariya wê azadyê dizanîn. Ku wan bihayekê mezin jî digerewê de dan. Xala dî jî ew e Heger dewlet ya lêbor be, dêr ne ya wisa bû. Cudahiyeka mezin di navbera serdar can dovyêtê ronakbîr û ayindarên tundirew hebû. Vê cudahyê jî li dawiya werçerxanê serkirdê holendî kire qorban. Di şiyan de ye bihête gotin ku seqayê lêborînê yê holenda têde dijiya yê gefilêkirî bû, û Spînoza bi hestê xwe yê fîlosofiyê mezin êkem kes bû ev çend e zanî. Ku ya zana bû tundirewên birutistantî têkelî bi rijêma melkî ya jinavçûy ve hebûn û hîvî dixwestin ku ew rijêm bizivirt û kerb ji seqayê lêborînê û azadyê vedibûn û di şiyanên wan de nebû vê hemû zendeqa hizirî ragirin!!. Raste jî rijêma lêbiralî xwe li ser pên xwe girtibû demê Spînozay ew pirtûk nivîsî, ku serkirdê holenda, serkirdayetiya komareka geşedar bi bazirganyê dikir û xwedan sazî bûye, belê piştî hîngê bi du salan firensa bi ser holenda da girt û hukmiraniya lîbiralî jinavbir û rijêma melkî ya tundirew vegerand. Wesa hemû xewnên Spînoza ji nav çûn û pêşbîniyên wî derheq tundirewan yan jî lahotiyan dirastbûn. Ku ew bingehê nexweşî û kêşeyan bûn: Anku bingehê stemkarî û jinavbirina azadiya fîlosofiyê bûn.

Belê pirtûka Spînoza, weku her pirtûkeka fîlosofiya mezin, ne tinê rewşa holenda bi xweve digirt, belku derbazî rewşa ewropî, belku ya cîhanê hemûyê bûye. Ku çend astên hevrikî û nakokiyan bi xweve digirtin, nakokiya biliqday di navbera lahot û siyasetê de, ku navonîşanên pirtûkê jî wesa bûn: Gotarek dilahotiya siyasî de, yan jî gotarek dilahot û siyasetê de. Diwem jî nakokiyan heyî li ewropa ku ji çaxê rêsansê di navbera pirtûka pîroz û fiqhên zimanê mêjûyî, yan jî zanistê fîlolojiya de des pê kiribûn. Ku ya zanaye hindek rêsansiyan daxwaz kiribû ku vekolînek li ser pirtûka pîroz ji aliyê zimanî û mêjûyî ve bihêtekirin pêxemet bi gehiştinê bo daneyeka rasteqîne û nêzîk ji rastiyê. Ev vekolîne jî bi siruştê xwe dê kartêkirinê li raveya wê bike, ji ber hindê jî karvedanên bi kerb di nav navendên reben û parêzgaran de azirandin. Ji layekê dî ve hevrikiyeka sermedî di navbera fîlosofiyê û lahotiyê de hebû, ev hevrikî ye jî ji sinorên mesîhiya ewropî dibore û derbazî îslamê û ertodoksiyeta rojihelatî û rêçikên din dibe.

Spînoza di vê pirtûkê de gengeşeya wan bîrdozan kiriye yên Dêkart berî 30  yan jî 40  salan ne wêriyayî ji ber ayindaran bas bike. Raste jî, Spînoza şagirdê fîlosofiya Dêkarte, weku laybntin (1646 -1716) û Malbiraniş (1638 -1715), belê wî ji mamostayê xwe borand bû, ku mêtodê wî yê jîrî li ser aliyekê dî serbor kir ku wî curet ne da bû xwe wê rêkê bigirte ber. Yek ji mezine mêjûvanên fêlosofiyê li firensa Fêrdînand Elkî ye dibêje: “ya zana Dêkart cudahiyeka temam di navbera pirtûkên pîroz yên piştî mirinê giyanê me rizgar dikin û biyavê siruştê fîziyayî de dikir. Di şiyan de ye ev diyarde bi rêkên zanistî pêxemet zalbûnê bi siruştî û terxankirina wê ji bona berjewendiyên mirovî bihête xwandin. Li pey Dêkart, ev her du biyave heger dijî hev cuda bin jî, lê ew li gel hev ne hevdijin. Wesa Dêkart bi hemû fêlbazî xwe ji kerba lahotiyan parast yên kêlbên xwe bo tûj kiribûn ku her gava berhingarî ayinî bû û bizava bicihkirina mêtodê xwe kir, wî ji nav bibin.

Niha Spînoza çî dibêje? Demê pêşgotina pirtûka wî dihête xwandin, diyar dibe ku wî jî heman çareya yê berî xwe Dêkartî girtiye ber. Ew li ser berevanîkirinê ji azadiya fîlosofiyê yê rijd bû pitir ji heza wî bo rizgarkirina baweriyê. Fîlosofî di biyavê wê de, dorpêç dabû, dîsa ayin jî di kevlojankê wê de dorpêç dabû, ew jî da hevdijatî di navbera wan de çênebe. Bo nimûne dibêje: “Bi baweriya min ya kûr pirtûkên pîroz (tewrat û încîl) ê bi şêweyekê rihayî çi peywendî bi fîlosofiyê ve nînin. Belku her yek ji wan di biyavekê taybet de hevbende. Zanînên hevbendî bi giyanî ve hene, ji pirtûkên pîroz werdigirîn, ne ku ji zanîna ronahiya siruştî, anku mejî. Wesa zanîna li ser siruşê diraweste bi hemû ve ya cudaye ji zanîna siruştî ya eqlanî, çî girêdan bi babetî û pirinsîpên wê yên serekî ve hebe, yan jî bi rê û mêtodê wê ve hebe. Ji vê hemûyê diyar dibe: Ji ber ku ev her du terzên zanînê bi hemû ve dijî yek cudane, vêca di şiyan de ye her yek ji wan pêrabûnên xwe di çarçovê biyavê xwe encam bide, bêyî dijatiya zanîna yê din bike yan jî şeran li gel bike “.

Ji xwandina vê parçeyê diyar e ku çareya Spînoza ew e her du hevrûşî yek nebin! Fîlosofê jîr, fîlosofiyê dike û siruştî vedikole bêy li berçavgirtina pirtûkên pîroz. Û ayindar jî (bawerdar) pirtûkên pîroz dixwîne bêy pirinsîpên fîlosofî û jîrî yên li der vey siruşê li berçav bigirt. Raman jî ew e çareya peywendiyê di navbera van her du cemserên mezin de dê bi rêya netêkeliyan be: Anku cudakirina temam û dabirîna rihayî. Lê di şiyan de ye eve bihête kirin? Erê ayindaran û zelamên ayinî hêlan Galîlo weku xwe siruştî şirove bike? Ma ew naçar nekirin ku ji gotina xwe lêve bibe ya digot “Zemîn li dor rojê dizivire”, çunku li gel dîtina pirtûkên pîroz ya berûvaj bû? Di rastî de Spînoza haydarî van pêzanînan bûye. Belê di erdekê mîn ra derbaz dibû, dizanî jî her şaşiyeka ew bike, tundrewên kirsitiyan û cuhî dê bi delîve zanin wî ji nav bibin. Ku wan her weku Dêkartî ew diwekandin. Ji ber vê çendê hoşdarî ya pêdivî bû, hizir di kêlîka diyarbûnê de ya pêdivî bû, meziniya hizirê jî di wê çendê de ye ka qebarê berevanîkirinê û metirsiyên diazirîne çend e ku ji hemû layan ve dorpêç dabû. Hizir jî ne piyaseyeka arame di geliyekê pir gul de, ne jî rêveçûne di rêkeka deştîn de, ku heta dawiyê ya vekirî be. Hizir di her pêngavekê de ye, belku berî havêtina pêngavê dihêt û hest dike tûşî hingavtin û berhingariyê bibe û her dem bizav bo rawestandina wê dihêne kirin, hizir bi ramana peyvê ew e, rizgarbûne ji hemû xirvebûnên veweriyayî û kînên mirovî fişar didin û serên rêyan digirin.

Ji xwandina pirtûka Spînoza li ser lahotiya siyasî diyar dibe ku xwe girêday pirinsîpên hoşdarî û xwe li berberzekirinê nedîtiye yên di pêşgotinê de behs jê kirî. Ew yê naçar bûye kevlojankekî bi kar bihîne, ku seqayê giştiyê derdoran li berçav bigire. Fîlosofî jî kiça dem û çaxê xwe ye her weku Hêgil dibêje, “Di şiyan de nîne bi yekcarî ji çaxê xwe veder bîn, yan jî mercdariya wî ya mêjûyî bihête piştguh havêtin. Çendê bilîmet û berî çaxê xwe bî, tu her dê girêday êdyem, ziman, helal û heramên wî bî. Spînoza dergehê yekê ji pirtûka xwe bi destnîşankirina pêxemberiyê dest pê dike ku ew yeqîne.

Didergehê dwyê jî da dibêje ku siruş ji pêxemberekî bo yekî dî ya cudaye û li dûv gêwil, endîşe û kawdanên çaxê wî dimîn. Em naçarîn jî rexneya jîrî pêxemet di ramanên axiftinên wan bigehîn bikar bînîn. Di ser hindê ra ku Spînoza diyar kiriye ku ew şiroveya pirtûka pîroz naket, tinê dirêka pirtûka pîroz da nebe û çi mêtodên der ve yî li ser nasepînet, belê di rastî de wî mêtodê Dêkartî li ser bi cih kiriye, ew jî jîrmendî ye. Vê dibêje di demekî de ku Dêkartî bi xwe ew wêrekî nebûye vê çendê bike û tinê vekolîn li ser diyardeyên siruştî dikir, û çespandina wan daliyê ayinî û baweriyê de qedexekiribû. Her çawa be, wêrekiya Spînoza bo bi serdagirtina fîlosofiyê, kêmtir nebûye ji wêrekiya vekikerên mezin. Bo nimûne yê dudil nebû ji bo bi hînana tîwra şkestina tîşkê ya Dêkartî li ser vê parçeya tewratê: “ey roj li ser cibun biraweste, û heyvê li ser gelyê eyalon. Roj rawesitiya û heyiv bicihbû, heta ku gelî tolên xwe ji dujmnên xwevekirîn “. Ev parçe di wexera pêxember Yuş de diyar e. Ku li gel mejî û qanûnên siruştî ya hevdije. Spînoza weku mirovekê jîrmend çawa ev çend e şirove kir? Got: Pêxember Yuş çi ji feleknasiya nû nedizanî, çunku ev zaniste yê nûye û hîngê hêşta nehatibû vedîtin. Lewa guman bo çêbû ku xwedê bi rêkeka neberçav roj rawestandiye. Ewî hokarên dirêjbûna rojê û gîrobûna şevê nezanîne. Di rastî de ku di wê kêlîkê de rêjeya bestiyê di bay de ya mezin bûye, hîngê rengvedan bo tîşka rojê peyda bûye û dîdevanan wesa hizir kir ku roj li esmanan rawestaye û neliv bûye.

Tê dîtin ku Spînoza çêbûna bûyera çîrokê, yan hinêrê ret nake. Belê bûyeran bo hokarên siruştî dizivirîne neku bo hokarên neberhoşên siruştî. Li vêre cudahî di navbera wî û bawerdarê klasîk de ew e ku yê bawerdar bi wan hinêran dilxweşe yên pitir têkdana qanûnên siruştî dikin. Her çawa be Spînoza karî ye bibêje: Ji ber ku pêxember yuş zanîn li ser qanûnên siruştî nebûyine, lewa neşiyaye ramana rasteqîneya wê diyardeyê bizane ya ku wî bi çav dîtî. Vêca erkê rexneya jîrî di vê çendê daye: Hilawîstina berwext ji layê xwedê ve bo qanûnên siruştî: Anku qanûnên wî bi xwe û pêxemet livîna gerdûnî çêkirîn. Wesa jî hebûna hinêran nabe û nîne. Çunku xwedê wan qanûnên rêkixisitîn têkinadet. Li vêre Spînoza netinê şiroveyeka nû didete tewratê, belku hebûna hinêr û percwyên têda amaje bo hatiyekirin ret dike. Wesa jîrmendiya rehayî ya Spînoza diyar dibe, ku hindek bi zendîq binav dikin… Her eve jî bûye ya wî ji hemû hizirmendên çaxê wî cuda dike, heta Malbiranşê jîrmend û Dêkartî, lê peydabûna hinêrmendî û percûyan jî bo delîveyekê bi dûr nezanî ye.

Spînoza behsê mesîhiyetê û nicîlê jî kiriye, ku baweriyên serekî yên rêbaza katolîkî ret kirîne: Weku çespandina xwedê di kesê mesîhî de, yan jî rabûna mesîhî piştî mirina wî bi çend rojan, yan jî gotina qurbanê pîroz: Ku leşê mesîhî û xwîna wî di nav wî nan û meyê daye ya reben li dawiya ayirdeyên pîroz dete nivêjkeran.. Bidîtina Spînozay ev çend e ne ya berihoşe û di şiyan de nîne jî ku kesekê jîrmend baweriyê pê bîne. Da ku rêya derkeftinê jî bo mesîhiyan bibîne, wî li ser biniyatê hêmayan ev bawerî ye şirovekiriye, neku li ser biniyatê tiştek rast. Ku rabûna mesîhî piştî mirinê, neya leşî bûye, belku tiştek hêmadar û giyanî bûye, dîsa çespandina xwedê jî di wî de hêmadar bûye, her wisa parçeyên nanî û firên meyê jî hêma bûne.. Ravekirina wan hêma û dirik û kînayan jî gelek ya fer bû da ku çi hevdijî di navbera pirtûka pîroz û locîk û jîrî de peyda nebin. Spînoza bi aşkirayî dibêjte hevalekî xwe: Divêt eqil bihête evandin, Heger ne li ser pirtûka pîroz be, bila li ser wan layenan be yên em tê digehin… Belê aya eve ramana wê çendê didet ku Spînoza giringiya ayinî û mifayên wî ret dike? Nexêr ne. Di rastî de xelk rizgariya xwe tinê birêya milkeçyê bo ayinî dibînin. Rojekê xwedana xanî ku ew bikirê têvebû gotê: Erê birêya dînî û bicihkirina rêwiresmên wî dê qurtal bim? Spînozay gotê: Dînê teyê baş e, ne hewceye çi dînên bigirî, bi mercekî ku baweriya teya mukum be û jiyaneka xweş biborînî û kesê neêşînî..

Spînoza dizanî ku ayin jêderekê aramî û êmnahyê bû bo kesên hejar û bê deselat, ku ew aramî li çi cihên dî bidest wan nakeve. Neya rewa jî bû ku wan ji wê aramî û êmnahyê bê bar bike ku di şiyan de nîne mirov bêy wan bijît. Lê wî rêyek hebû ku aramî û êmnahiy wergirt ku ne dirêya ayinî re be. Wesa diyar dibe ku layenên erênî dayinanda hene ku di şiyan de nîne bihêne mandelkirin. Tiştê tinê dayinî de yê bi tirs tundirewî bû. Bi taybet hevrikî û nakukyên dînî û rêçikî li holenda li gopîtkê bûn, li wî demê Spînozay pirtûka xwenivîsî. Ku rêbaza fermiya deselatdar, rêbazên dî diser hindê re ku mesîhî jî bûn, lê ew riswa dikirin.

Spînozay bi giringî ne zanî ye ku ayirde û rêwiresmên ayinî bihêne gêran, boçûna wî ew bû ku gewherê dînî di hez jêkirina xelkî daye, di têgehiştina mesîhiyetê da yê lîbiral bû, û bawerî jî bi eqayda serekiya mesîhiyetê nebû: Weku sêgoşekirin, bawerî bi xwedawendiya mesîhî… Ji ber vê çendê tîreyên birotistantî yên lîbiral tûşî tepeserkirinê bûn û Spînoza bivê reftarê herşî ku gelek ji endamên wê hevalên wî yên nêzîk bûn. Ku wî jî heman dîtin hebûn ku dîn reftare û niyeta paqije û harîkarîkirina hejaran û hez jêkirina yên dî ye, ew jî her kî be û ji kîjan tîreyê be. Vê têgehiştina berfireh bo dînî, ku bi pileya êkê jî ew rewşte, lê li ser mejyê tundirewên rikoyî karek giranbû, ku wan dîn tinê bo sazkirin û gêrana çend rêwiresman didîtin û bi komeka helal û heraman didanan û bi hindek baweriyên lahotî yên ji jîrmendyê didûr dihijmartin.

Wesa dibînîn ku di nav mesîhiyetê da du têgeh bo dînî hebûn: Têgehê tundirew û hişkbawer, û têgehê lîbiral û azad. Tundirewan lîbiralî bi perstivanên şeytanî gunehbardkirin! Boçî? Çunku wan ayindar ret dikirin û ew bawerî nebû ku gelek giring e rêwiresmên dînî bihêne gêran.. Ji ber ku ew ditêgehiştina dînî da di jîrmend û ruhanî bûn, lewa bi zendîq û xwedê neniyasî û kufirê hatine gunehbarkirin. Tundirew tîvlê dînî û ayirdeyên der ve yî bi giring dizanin, ew giringyê bi gewher û naverokê naden. Têgehiştina tundirewî bo dînî, têgehiştineka hişik û serkut û tîrorî ye. Ku li dawiyê wê çendê heres nake ku hindek tîreyên lêbor bi têgehê dînî hebin. Ji wan jî tîreya (kwîkiriz) ku li nigltera dibelave bûn. Her ew bûn yên fultêr li despêka çaxê hejdê vederkirîn demê seredana nigltera kirî. Herusa lêborîn û mirovantiya wan lada û bi demargîriya katulîkyên firensayê wekand.

Tîreya (kwîkiriz) jî komeka hevalan bû û kombûnên heyivane ji bo têhizrandinan dikirin. Wan kes ne êşandî ye û dînê xwe li ser kesê ne disepandin û hezjêkirin jî bo hemû mirovan hebû, heta bo yên ne ji tîreya wan, yan têgehiştina wan bo dînî ya sava be. Komeleya wan li naverasta çerxê şazdê hatibû danan, ku liqek ji liqên birutistantyê bûye û niha li nigltera, holenda û bi taybet li emirîka dihêne dîtin. Hijmara wan jî li cîhanê bi 200hzar kesan dihêne xemilandin. Hevalên Spînozay jî ji van tîreyan bûn yên dûr ji demargîryê dijiyan. Ji wan jî tîreya menun, ku bi navê kahnê holendî Mino Sîmon (1496 –1561) hatibû navkirin.

Diser hindê re ku Spînoza hevalê rewtên mesîhî yên lîbiral bûye, lê rûbirû efsaneyên di navendên wan de dibelav dibû. Ku di şiyande nebûye wan efsaneyan ji naxê wan bînteder, ji ber ku rîşalên wan bo demekê dûr vedigerin. Merem jê ew hizirên berbelavin dipirtûkên pîroz de, ku bawerdar her gaveka pêdivî bû bidijî jîrmendyê bikardînin. Ku heybeta têkistên pîroz, jiçaxên dûr dimejyê mirovan de çespaye û li ser heybeta fîlosofî û hizra locîk zale.

Di ser hindê re ku Spînoza li vederyê dijiya û boçûn û dîtinên xwe belav nedikirin, lê navdariya wî ew bawerî bo xelkî çêkiribû ku ew xwedê neniyase û gawre û baweriyê bi çi dînan nayine, ji wan jî dînê cuhiyan ku ew jêbûye. Li wî serdemî jî peyva gawir nêzîk peyva tawanbar bûye! Qanûna ewropî jî sizayên here giran li ser gawiran disepandin. Helbet Spînoza mirovekê gawir ne bûye, belku zanîn û têgehiştina wî bo dînî li wî serdemî di ser ya hemû xelkê dî re bûye. Spînoza ne mirovekê serserî bûye û çi caran hêrişî dînî nekiriye. Belku hêrişî lahotiyan û têgehiştina wan ya şaş bo dînî kiriye. Belê xelk bigiştî cudahyê di navbera dînî û ayindaran de nake. Lewa her hêrişeka li tundirew û ayindaran bihêtekirin, ew dê hijmêrin ku hêrişe li ser dînî dihête kirin. Her çawa be, armanca Spînoza ji weşandina pirtûka binavê lahota siyasî, pêşkêşkirina ravekirineka nû bû bo dînî û têkstên pîroz. Berdewam diyar dikir jî ku ev ravekirine rûbirû rijêma siyasî û komarî nabe û li gel azadiya rihayî bo hizirkirinê ya hevdij nîne. Tinê raveya tundirewan bo dînî li gel ya hevdije. Hindek jî li wê bawerê bûn ku dîtina Spînozay bo xwedê ji ya dînên yekkirina wî ya dûr nebû. Hindekên dî jî ew berevajî vê hizirkirinê didît. Her çawabe bi ramana gîtîkiya peyvê, helwîstê wî nêzîk baweriyê bûye ji xwedê neniyasiyê. Kesê weku wî behsê xwedê nekiriye û navê xwedê gelek di pirtûka wî de hatî ye. Heger bi gawryê jî navdar bibe, lê ne bi wê ramanê bûye ku mirovekê serdaçûyî û erzane.

Pêdivî zanînêye ku di despêka çûnepêşa pirtûka xwe de û bêy gengeşe dan bi siruşê kiriye. Pêxemberên çaxê kevin û hewaryên çaxê nû şiyane bigehine komeka biçûka rastyên giring ji bo aramiya mirovî di vê jiyanê de. Ku birêyeka cuda ji fîlosofiyê bûye. Êkem rastî jî hebûna xwedavendî ye, ku xwedê çavdêryê li ser mirovan dike û firmanan li wan dike ku hez jihevdu bikin. Ku hemû lahotiya dînî Spînozayî di vê hizirê de komvekiribû. Bawerîbûn jî bi vê çendê anku mirovekê bawerdar e. Û bicihkirina vê firmanê di kiriyara jiyanê de, anku tu mirovekê paqijî û girêday hindek pirinsîpay, Spînoza di wê hizirê de bû ku bicihkirina firmanên xwedê û bawerî pê bûnê, kurtiya hizirê ew e ku hez jixelkî bikî, ev çend e jî bese ku li cîhana dî, piştî mirinê giyanê te yê rizgarkirî be. Û pêdivî bi çi baweriyên dî nake, pêdivî nake çi ayirde û rêwiresmên dî bihêne gêran.. Wesa wî dîn gelek bi sanahî kiriye û bo gewherê wî yê rasteqîne zivirandî ye: Vêkgehiştin, xwedê nasî, rasteqîneyî, hez jêkirina kesên dî.

Ev raveya Spînozay li ser pirtûkên pîroz diyarikirî, merem pê peydakirina rewştekê paqij û nehêlana hevrikiyan bûye di navbera tîre û rêbazan de. Çunku çi dîn nînin pirinîspê hezjêkirinê di navbera xelkî de ret bikin. Belê ayirdew rêwiresmên dînî yên her rêbazekê taybetmendyên xwe têde heyin, ew cudahyê di navbera xelkî de peyda dikin û şer û şuran dihîne pêş. Spînoza bizav bo çareseriya kêşeyeka civakiya tirsnak li holenda kiriye, ku mesîhî bi hemû tîreyan ve li gel cuhiyan lê dijiyan. Van hemûyan rêyek û pirinsîpek diviyan ku li ser biçin û nakokî û hevrikiyan danine layekî û aramî berbelav be. Li vêre fîlosofiyan delîv dîtî ye û kar bo vê çendê kiriye û dîtin û xeyalên xwe bikar bînin û seqayê giştî berihev bikin bo peydakirina aramyê û jiyaneka tena. Wesa rêk liber rastiyan diyar dibin, ew jî rêya fîlosofiyê ye, neku rêya dest dahêlan û dînî ye…

Kêşeya Spînozay piranî bûye, ku piraniya xelkî da têkiçûn li nik peyda bin û herêk ji layê xweve da hevrikiyan pêk bîne û ter û hişik pêk ve bisojin. Ku ew piraniya li ser têgeh û zanîna fîlosofiyê bêzare. Lewa wî dît rewştekê piraktîk li ser rêbaza bawerî û dîn û lêborînê pêşkêş bike. Ji ber vê çendê jî Spînozay bizav bo guhorîna têgehiştina heval û hevsuyên xwe nekiriye, yên ku aramiya xwe bi rêya dînî û kirina ayirde  rêwresmên dînî didîtin. Hindî ew bi aramî waştî bijîn û zoryê li kesê nekin, anku dînê wan yê baş e û xwedê jî ji wan razî ye.

Çî bikeyin Heger me hevdijî yek di navbera yek ji parçeyên tewratê û jîrî de dît? Spînoza di bersivê de yê dudil nebûye û serkeftina jîrî ragehandî ye û ew parçe piştguh ve havêtiye, bi wê hizirê ku her zêdehiyek ji layê hindek liberinivîsevanan ve li ser pirtûka pîroz hatiye zêdekirin. Pirsiyar ew e helwîstê hevçerxan ji pirtûka Spînoza piştî weşandinê çî bûye? Di ser hindê ra ku navê wî li ser nebûye, lê wan zanîn ku ev pirtûke ya wî ye. Wesa jî lahotiyan bizav bo şermzarkirin û gawrkirina wî kirin, bi bihaneya wê yekê ku hilgirê hizirên nerênî û tirsnake li ser dînî. Ku hizra wan ew bûye di şiyande nîne dîn tinê bicihkirina firmanên xwedê û hezjêkirina xelkekî be. Zêdey vê wan didît pêdivî ye hindek ayirde û rêwiresmên dî jî bihêne gêran. Gotin jî ku hizra Spînoza li gel dêrê ya hevdije û di şiyande nîne bihête qebûlkirin, çunku derkevtine ji dînî. Belê vê riswakirina ji layê ayindaran ve bi dijî Spînozay hatiye kirin, pêla belavkirina pirtûka wî li Ewropa nerawestand û ajaweyeka mezin li dor xwe peyda kir. Ji ber ku ew pirtûk bi latînî hatibû nivîsîn, ku zimanê rewşenbîriyê hemû Ewropa bûye, lewa pirtûk li derve Holenda jî belav bû, bi taybet li Elmaniya, Firensa û Engiltera.

Hevdijatiya wê jî gelek hate kirin, çunku gotina wî ya dibêje, fîlosofî ne gefe li ser dînî, gelekan newergirt û qebûl nekirin. Ji ber ku ditêgehê dînî de ji bo mesîhiyekê heçku hey, berî her tiştekî dîn ji kirina komeka ayirde û rêwiresman û nihêniyên xwedayî û nediyar pêk dihêt. Bi vî awayî jî ew têgehê Spînozay pêşkêşkirî, di şiyan de nebû xwe li ber têgehekê klasîk bigirt ku bi sedan salane di hizra xelkî de hatî ye çespandin. Têgehê Spînozay serkeftin bidestve îna, belê piştî borîna dused salan, ew jî piştî miletên ewropî, fêr bûn, ronakbîr bûn.

 

Perawêzên nivîserî:

Can Dovyêt, zelamekê siyasiyê holendî bû (1625 –1672) li gel birayê xwe li ser destê tundirewên mesîhî ji ber hizirên wî yên lîbral li ser cadeyê hate kuştin. Wî weku serkirdeyek rolekê diyar li Holenda hebû.

Ev gotare ji pirtûka Fîrdinan Elkî ye hatiye wergirtin ku li salên pênciyan û şêstan li zankoya firensî mamosta bû. Pirtûk jî binavê: Jîrmendiya Spînoza, bû, ji weşanên zankoya firensî 1981  ê.

 

Haşim Salih

Werger: Bilind Mihemed