Stêrka Pêşerojê Dîlan Xoşnaw

Stêrka Kurd ya pêşerojê Dîlan Xoşnaw(Dilan Koshnaw) beşdarî bernameyeka dî ya Televizyonê Elmanî dibe.
Keça Kurd ya Hewlêrî Dîlan Xoşnaw di 24 saliya xwe de wekî Stêrkekî Muzîka Pop berbi astekî bilind ve diçe.
Dîlan Xoşnaw van sê salên dawî li Elmanya di beşa muzîkê de bi dengê xwe û şêwazê muzîka xwe ya taybet ve bi lezgînî di rêka navbangiyê de diçe.
Dîlan Xoşnav û hevalên xwe bi bernameya xwe ya bi navê “Xavier Naidoo & Freunde” û bi strana “Sing Um Dein Leben” (www.singumdeinleben.de) roja 12.09.2013 ê demhijmêr 23:10 ê Ewrûpa dê beşdarî televizyona Elmanî Pro 7 bibe. Dîlan Xoşnaw bi hevalên xwe ve dibine mêvanê bernama TV TOTAL ya ku ji aliyê Şowmenê navbang yê Elman STEFAN RAAB ve tête pêşkeşkirin.
Stêrka Kurd Dîlan Xoşnaw cêwaziya xwe ya herî balkêş ewe ku ne tenê bi ingilîzî di heman demê de bi sitranên xwe yê Kurdî ve jî tête hezkirin. Dîlan Xoşnaw di heman demê de berî bi 3 salan di destpêkirina bernameyên radyoya Kurdî KurdFM de jî dengên navberê(Jingle) xwendibûn hîna jî di KurdFM de jinglê Dîlan Xoşnav têne weşandin.
Di rojên pêş me de hevpeyvîna Rewanbêj li gel hunermenda navdar Dîlan Xoşnaw dê bo we bête weşandin. Li bendê bin…
Çend mînak ji gotinên Dîlan Xoşnaw