Stranên dêrîn yên Şivan Perwer û Ciwan Haco ji nûve hatine tomar kirin

Stranên dêrîn yên Şivan Perwer û Ciwan Haco ji nûve hatine tomar kirin

Albûmên her du hunermendên navdar Şivan Perwer û Ciwan Haco yên kevin ji nûve dihêne tomar kirin. Tomargeha Pelrecords, di bernameya xwe ya nû de hemû albumên dêrîn yên her du hunermendên navdar yên muzîka kurdî, Şivan Perwer û Ciwan Haco ji nûve, bi amêrên pêşketîtir tomar dike.

Tomargeha Pelrecords beriya niha, di pêngava yekem de her şeş albûmên Şivan Perwer yên di navbera salên 1975-1980’yî de derxistine, ji nûve tomar kiribû. Di pêngava duwem de jî Pelrecords albumên Şivan Perwer yên bi navê ’Gelê Min Rabe / Em Hatin (1981)’, ’Agirî (1981)’ û ´Bilbilo (1983)’ ji nûve tomar dike.

Berhema Şivan Perwer ya ni banê ’Gelê Min Rabe / Em Hatin’ di serdema 12’ê îlonê derketibû ku wê demê tundî û zordestiya rejîma cuntayê gihîştibû asta herî bilind. Her weha di vê albumê de straneka tirkî ya bi navê ’Bağımsızlık ve Özgürlük’ -Serxwebûn û Azadî- jî heye ku yekane strana bi tirkî ye ku Şivan Perwer di albûmên xwe de dijene.

Albuma bi navê ’Agirî’ di sala 1982 de hatibû tomar kirin jî ji nûve bi hevxebata Şanar Yurdatapan ve arenjeyên wê hate çêkirin. Di vê albûmê de gelek enstrumanên ji hev cuda, bi hev re hatîne bikaranîn. Ev album bi taybetmendiyên bingehîn yên muzîka kurdî re lihevhatî ye û di warê muzîkê de ji bo lêgerînên nû rê vedike.

Arenjekirina albuma ’Bilbilo/Ferzê’ jî ji aliyê Şanar Yurdatapan ve hatîye çêkirin. Di vê albumê de Şivan Perwer berhemên kevnar yên ku ber bi jibîrkirinê ve diçûn bi şêweya muzîka xwe ji nû ve dijeniya. Ev album bêyî ku naverok û orjînaliya stranan wenda bibin, ji bo lêgerîna pirdengî ya mûzîka kurdî mînakek baş e.

Rewanbej.net