Sube li Hewlêrê civîna konferansa netewî dihête saz kirin

Sube li Hewlêrê civîna konferansa netewî dihête saz kirin
Li gor nûçeya taybet ya Rudawê li ser vexwendnameya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji Bakurê Kurdistanê şandeyeke ji 22 kesan pêk tê, ji bo civîna amadekariya Konferansa Neteweyî ber bi Hewlêrê ve bi rê ketin.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo civîna Konferansa Neteweyî pêk bînin û naveroka konferansê diyar bikin, ji nûnerên partî û saziyên Bakur re vexwendname şand. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk jî tê de şandeyeke ji 22 kesan pêk tê, ber bi Hewlêrê ve bi rê ketin. Hate ragihandin Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî piştî vegera ji Îmraliyê dê biçe Hewlêrê û tevlî civînê bibe. Di nava şandeyê de Alîkarê Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Bayram Bozyel jî heye.

Serokê Giştî yê KADEP’ê Lutfî Baksî, Serokê Giştî yê DDKD’ê Îmam Taşçier, Berdevkê Însîyatîfa Azadiya Kurdistanê Adem Ozcaner, Serokê Giştî yê OSP’ê Sînan Çîftyurek û Ji Platforma Vegera Puxteyê Fîkrî Amedî jî di şandeyê de cih digrin.

Hate ragihandin dê civîna amadekariya Konferansa Neteweyî sibê saet di 11.00’an de, li Selahedînê pêk bê. Di civînê de dê nexşeya Konferansa Neteweyî bê diyarkirin û xebatên konferansê bêne destpêkirin.
Jêder Rudaw