Sûdên Karçikê

Sûdên Karçikê

Karçik an jî bi gotinek din Karçîn fêkiyek pir bi sûdmende. Fêkiyek bi av, nerm, şîrîn û xudan dendikên biçûke. Rengê şîn, zer, şînûzer û yê sor hene û gelek cureyên karçikê hene.

Karçik dihêle ku gurçîsk (gurçik) baş kar bike û destavê vala dike. Di gurçikan de xîz an jî ber hebin dihêle ku bi rêya destavê derbikevin. Xwînê paqij dike û bi xwarina karçikê hemû demarên xwînê normal kar dikin. Ji bo kêmbûna xwînê başe. pêşiya qabizbûnê digre û heger mirov asabîbe, dihêle ku mirov hêmin bibe. Karçik mandibûna hizrî dibe, tîbûnê dişkîne. îfraza tûkê zêde dike.

Karçik ji bo jinên ducanî jî başe. Rê nade dilê mirov li hev bikeve. Heger dilê mirov neçe xwarinê, karçik îştahê vedike. Her weha bo ba û krîçgirtina laş jî başe.

Mirovên nexweşiya şekirê girtibin dikarin mifayê jê werbigrin. Her weha kesên ku di mîde an jî aşika wan de lewazî hebin dikarin ava kelandî ya karçikan vexwin. Heger pêşiya xwarinê bête xwarin baştir mifa dide.

Rewanbej.net