Sudên Xoxê çine?

Xox xudan vîtamîna B û C ye û her weha fêkiyek di warê potasyumê de dewlemende. Her weha vîtamîn A û mîneralên kalsiyum, magnezyum, sodyum, hesin û ve fosforê jî di nava vê fêkiyê de heye. Xox li gelek deverên Kurdistanê peyda dibe.
Mireba û ava Xoxê jî bi sûde. Heger gulên wê bikelînin û vexwin ruviyên mirov nerm dike û kurman dikuje. Xoxê biqeşêrin û biperçiqînin, dikarin weke krem li ser rûy3e xwe jî bidin. Ji bo mandûbûna çermî başe.
Eve jî mifayên Xoxê ne:
-Bêhna devê mirovan jê dibe û tameke xweş dide.
-Kurmên di vana ruviyên mirov de dikuje û her weha ûrûviyan nerm dike.
-Xwîna mirov ji jehrê diparêze, rafîne û pak dike.
-Ji bo nexweşiya Gut dermaneke başe. Kêr derbazkirina qabizê jî dihêt.
-Destavê paqij dike û rêya destavê vedike.
-Kesên nexweşiya basûrin dikarin bikarbihînin. ji ber ku ji bo birînên basûrê dermanek başe.
-Mifaya wê ji bo gurçikên mirov heye. Kevirên di gurçikan de dihelîne. Her weha bergiriya laşê mirov bilind dike.
-Germa laş dişkîne. Ji bo torebûn, (sinir, asabiyet) başe û kesên pişrsgirêka xewê dijîn dikarin bikar bihînin.
-Laşê mirov li dijê penceşêrê diparêze. Her weha mifaya wê ji bo dil heye.
Ji bo çermê mirov jî başe, çermê mirov nerm dike û zinde dike.
Rewanbej.net