Surî; bikaranîna çekên kîmyayî heceta desttêwerdana Surî ye

Surî; bikaranîna çekên kîmyayî heceta desttêwerdana Surî ye

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyayî wek hêcetek bo mudaxeleya serbazî ya li dijî Sûriyê tê bikaranîn û ragihand, mudaxeleya serbazî li dijî Sûriyê tenê kêrî Îsraîl tê.

Li gorî ajansên nûçeyan, wezîrê derve yê Sûriyê Welîd Muelim îro (27.08.2013) li paytexta Sûriyê Şamê civîneke rojnamvanî saz kir û îdiayên ku dibêjin Sûriyê li dijî xelkê sivîl çekên kîmyayî bikar aniye, red kir û wiha axivî: “Di dinyayê de tu welatek li dijî gelê xwe çekên komkuj bikar nahîne.”

Welîd Muelim derbarê îhtimala mudaxeleya serbazî li dijî Sûriyê de jî axivî û diyar kir ku hêzên ku dixwazin mudaxeleya serbazî li dijî Sûriyê bikin çekên kîmyayî wek hêcetekê bo vê yekê bikar tînin.

Muelim amaje bi daxuyaniya wezîrê derve yê Tirkiyê Ehmed Davûtoglu yên li bara mudaxeleya serbazî li dijî hikûmeta Şamê jî kir û wiha anî ziman: “Wezîrê derve yê Tirkiyê du roj berê gotibû eger Desteya Ewlehiya NY biryara mudaxeleya serbazî li hember Sûriyê jî negire emê tevlî her cure peymana li dijî wî welatî bibin. Ez li ser van gotinên wî tiştekî nabêjim tenê vê dibêjim bûyerê Misrê bûn sedema hejandina hevsengiya Tirkiyê lê mudaxeleya li dij Sûriyê dê hevsengiya Tirkiyê bi tevahî têk bide.”

Wezîrê derve yê Sûriyê her wiha ragihand ku hikûmeta Sûriyê hemû sozên ku bo alîkariya tîma NY ya lêkolînê dabû, bicîh aniye û da zanîn, dema tîma NY dixwestin herin wê devera ku tê gotin çekên kîmyayî li wir hatiye bikaranîn, rastî êrişa opozîsyonê hatin lewma nekarîn derbasî deverên din bibin.

Tê zanîn, roja 21ê Tebaxa 2013, li gorî îdiayên opozîsyona Sûriyê di encama bikaranîna çekên kîmyayî li derdora Şamê herî kêm 1400 kes mirin ku piraniya wan zarok bûn.

Piştî vê bûyerê, Amerîka û hevpeymanên wî li ser mudaxeleya serbazî li dijî Sûriyê gotûbêj dikin. Ev gotûbêj her ku diçe gurrtir dibe û gef û tehdîdên Sûriye û hevpeymana wê jî tûjtir dibin.

Bo derxistina rastiya çekên kîmyayî li derdora Şamê, tîmeke NY çend roj berê çû wê derê û lêkolîn pêk anî lê li cihekî rastî êrişa çekdaran hatibû ku her du aliyên şerê Sûriyê hevdû bi encamdana wê êrişê tohmetbar dikin.

Rudaw