Sûriye: Firokeyên rêjîmê derdora navendeke kîmyayî bombebaran kirin

Firokeyên şer yên rêjîma Sûriyê hinek armancên ku di bin kontrola opozisyonê de ne û nêzîkî navendeke sereke ya çekên kîmyayî ne, bombebaran kirin.
Biryar e ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî, ku duh, roja înê, xelata Nobel bo aştiyê wergirtibû, serdana 20 deveran li Sûriyê bike.
Rêxistina qedexekirina çekên kîmyayî karê xwe yê têkbirina çekên kîmyayî di nava şerê navxwe de, ku bêhtirî 100 hezar kes tê de hatiye kuştin, dike.
Di yekemîn heftiya karê xwe de, Lêkolerên rêxistinê serdana 3 cihên ku navê wan nehatibû aşkerekirin, kiribûn.
Li gor çalakvanên opozisyona Sûriyê, firokeyên Sûriyê bajarokê Sifîre, ku tê gotin fabrîqeyên çêkirina çekên kîmyayî li derdora wî hene, bombebaran kirine.