Talîban: Em dê Malala bikûjin

Talîban: Em dê Malala bikûjin

Rêxistina Talîban diyar kir ku Malala ew hêşta jî li ser biryara xwe rijdin û ew dê Malalayê bikûjin. Beriya niha jî di 14 saliya xwe de ji ber ku Malalayê ji bo zarok biçin dibistanê propaganda kiribû bibû amanca rêxistina Talîbanê.

Berdevkê Talîban Şahîdullah Şahîd ji televizyona CNN axivî û dıyar kir ku Malalayê li dijî Talîban axiviye û ji ber vê jî ewan kiriye hedefa xwe. Şahid da zanîn ku çawa hemû kesên ku dibin mûxalîfê Talîbanê dihêne kuştin, ew dê carek din hewla kuştina Malalayê bdin.

Di 9’ê Cotmaha sala 2012 de Malala Yusufzay ku weke hêjayê xelata aşitiyê ya Nobelê dihête destnîşan kirin, li geliyê Swat ya Pakîstanê bibû amanca guleyên milîtanên Talîban û birîndar bibû. Malalay piştî ku li Brîtanya hatibû derman kirin baş bibû.

Malala, roja 16 Tîrmehê li New Yorkê, di roja pîroz kirina jidayikbûna xwe de li Konseya Neteweyên Yekbûyî de axivî bû û got: ’Wan wesa dizanî ku dê gule me bêdeng bikin lê ew biserkeftî nebûn. Terorîsatn dixwestin min bikujin lê nekarîn û çi tişt jî nehate guhertin. Lê lewazî, tirs û bê ûmîdî mir. Hêz, wêrekî û xîret ji nûve peyda bû.’

Beriya demekê Malala ji BBC re gotibû ku kuştina mirovan, îşkence kirin li dijî îslamê ye.

Di sala 2009’ê de li herêma Swata Hindistanê Talîban qedexe kir ku zarokên keç biçin dibistanê.  Di 3 Çileya 2009’ê de li malpera web ya BBC Urdu de nivîsa bi navê ’Rojaneya Xwendekarên Keç yên Pakîstanî’ hate weşandin. Ev nivîs ji aliyê Malalayê ve hatibûn nivîsandin lê Malalayê wê demê ji ber gefa Talîban navê nehînî yê Gul Makai bikaranî bû. Malala ev nivîsên xwe yên destî gehandibû peyamnêrê BBC û piştî ku hate zanîn ev nivîs yên wê ne, bi navûdeng bû.

Roja înê dê diyar bibe ka Malala bibe namzetê xalata Nobelê yan na.