Te hawîşkem

Ger çavên te stêr bin
Nobedar bin, ew ne nivin
Bila… Bila ez teysokim
Li pişt çavên te dileyîzim
Ger evîna te payîze
Bila… Bila min bi êşînî, neyê zîzim.
Ger evîna te zistan e, befire
Sire sare
Bila… Bila her min germe
Qonaxek ya dirêka min da
Sîngê te ye, bo min nerme.
Ger evîna te behare
Her gulekê stiranekê bo dibêjim
Çipkek xwînê bo dirêjim
Ger eniya te roj bît
Da gul geş bin
Bila… Bila ez tîrojkim bo nav gulan
Bi teve rêzim.
Ger evîna te havîne
Germe… Germe ew êtûne
Bila… Bila xwe radigirim
Hindî kel bî ez na sujim, ez namirim
Tu agirî û ez agirim.
Ger kezyên te şore bendên sêdarê bin
Bi kevne rêka aştî yê
Bila… Bila dîsan ez pêve bi nûsim
Bi min were
Qonaxeka neya dûre ji serbesitî yê.
Ger evîna te derya bît lêve nabim
Min ya zanî ji serê rojê
Evîna te şiyaneka mezin divêtin
Bila… Bila, ezim pêlan dikelêşim
Ezim wek robarên dirêj rêkê dikêşim
Hawîş nabim, tena nabim.
Ger ji xwe tûya bê bawerî
Wekî guran dev ji xwînê sor û terî
Barike… Here, ji min dûr keve
Bila… Bila qet min nevên
Ew lêvên bêne veşartin
Bi xwînê bêne qeşaftin
Na… Nagezim… Ez nagezim.
Eger tûya sîngivebûyî
Di nav pêlên evînê da berze bûyî
Ji bîriveçûyî
Bila… Bila li te nagirim
Wekî biçûkeka sava
Bi bûykên şûşeyî
Te hawîşkem… Te helgirim.
Helbestvan: Hizirvan
30/7/ 1985 Duhok