Têkoşerê Kurd Nizammettin Akkurt koça dawî kir

Têkoşerê Kurd Nizamettîn Akkurt îro li welatê Siwêd koça dawî kir.
Nizamettin Akkurt bi navê xwe yê Gerîllatî Selî îro (09.12.2017) li welatê Siwêd koça dawî kir.
Selî demeke dirêj di refên Gerillade şerê çekdarî meşand.
Piştî jiyana Gerîllatî li welatê Siwêd jiyana xwe domand. Li vira jî kar û têkoşîna xwe ya Kurdewarî berdewam kir. Çend berhemên hêja yên bi Kurdî û li ser zimanê Kurdî weşandin.
Nizamettin Akkurt bi cureyekî giran yê Penceşêrê ketibû.
Selî îro derdorê demhijmêr 06:00 sibehê koça dawî kir.
Li gorî zanyarîyên ji bijîşkan hatî girtin. Di dema şer de ji aliyê dagirkerên tirk ve çekên jehrî hatine bikaranîn û di nava demê de jehrê nexweşiya Penceşêrê pê xistiye û giran kiriye.
Îro piştî koça Egîdê Kurd zarokên wî Asmin û Berken, Hevsera wî Serpil jî li nexweşxaneya Eskestunaya Siwêd cara dawî ew bîrek xistin.
Jiyana vî hêjayê Kurd bi berfirehî dê bo raya Kurd bête weşandin.
Em ji malbata wî re sersaxî dixwazin û ji zarokên wî û hevsera wî re jî aramî dixwazin.
Selî windakirina kesayetekî mezin û derfetekî mezin yê gelê Kurde.
Zanyari: Hakki Balta