Televizyonekê Tirkiyê: 4 wezîr jî dê bêne girtin

Televizyonekê Tirkiyê: 4 wezîr jî dê bêne girtin

 

Kanala televizyona Tirkî ya bi navê Kanal D, der barê operasyonên Bertîl û Gendîliya li Tirkiyê de diyar kir ku navê 4 wezîran jî di nava gendelî û ruşwetê de heye û dîmenên wezîrekê jî hatine tomar kirin ku ruşwetê werdigre.

Li gor nûçeya kanala televîzyona Kanal D îddîa kir ku dozgerê girtiyên Gendelî û Ruşwetê Celal Kara der barê 4 wezran de gilînameyekê amade dike. Nûçe dibêje dozger dê daxwaza girtina ku wezîrê karên navxweyî Muammer Guler, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar, Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan, bike.

Li gor nûçeyê wezîrê 4. dema ku ji karsaz Riza Sarraf 1.5 milyon Dolar ruşwert wergirtiye dîmenên wî hatine tomar kirin û ew jî dê bête girtin.

Hêjayê gotinêye ku îro li Tirkiyê operasyonek hate pêkanîn û di encam de 49 kes ji ber suça Gendelî û bertîlê hatine girtin. Di nava girtiyan de kurên 3 wezîrên AKP jî hebûn.