Tenê bi nîyeta baş pêvajo pêş nakeve

Tenê bi nîyeta baş pêvajo pêş nakeve

Hevserokê KCD ê Ehmed Turk der barê biryara PKK ya rawestandina paşde vekêşandinê axivî û got ku eve nayê wê wateyê ku pêvajoya aşitiyê xelas bû.

Paelementerê Mêrdînê û hevserokê KCD ê Ehmed Turk der barê biryara PKK ê ya rawestandina paşde vekêşandina hêzên gerîla axivî. Turk got: ’Heta niha me gavek berçav nedîtiye. Ti projeyek jî nîne. Piştî ev hinde êş hate kêşandin divê hikûmet bizane ku tenê bi niyeta baş ev şixul çareser nabe.’

Turk diyar kir ku pêvajoya yekemîn xilas bûye û di pêvajoya duwem de jî divê hikûmet gavan bavêje. Turk got: ’Ji xwe Ocalan jî gotibû ku heta meha Îlonê gav dê bihêne avêtin. Hêviyên me evin. Divê pêvajoya duwem di meha Îlonê de destpê bike. Lê belê aliyê hikûmetê ji ber geşedanên herêmê helwestek zelal nîşan nedane. Em jî partiyeke di parlemenê de ne. Lê bi rastî jî em heta niha zinanin ka dê pêvajoyê çawa pêş de bibin.’

Turk daxuyand ku tenê bi niyeta baş pêvajo pêş de naçe û got: ’Tenê bêjin nîyeta me başe, emê vê niyetê berdewam bikin, nabe.’