Tengezariya hejmartina dengan bi dawî bû

Tengezariya hejmartina dengan bi dawî bû

Li herêma Kurdistanê hejmartina dengên hilbijartinê bi tevê arîşe û pirsgirêkan jî berdewam dike. Doh bi şev çend kesên çekdar bi ser çend binkeyekê hejmartina dengan de girtin û nûnerên partiyan û karmendên wê derxistin derve û hewl dan dest daynin ser sindoqan. Ji ber vê xelk rijiya kolanan û komîsyona bilind ya hilbijartinan ya İraqê dest danî ser binkeyê.

KNN nûçeyên spekulatîf belav dike û xelkê provaka dike

Li herêma Kurdistanê piştî hilbijartinan hejmartina dengan berdewam dike. Der barê hejmartina dengan û ewlehiya sindoqan de nûçeyên spekulatîf dibe egera tengezariyê. Ragehandina Tevgera Goran îdîa dike ku PDK û YNK li bajarê Silêmaniyê û Hewlêrê hewl dide dengan biguhere. Her weha televizyona KNN îdîa kir ku li binkeya dengdanê ya Elbîse çend kesên çekdar çûne ser binkeya dengdanê, nûnerên partiyan û wezîfedar derxistine derve û xwestine dest daynin ser sindoqan. KNN bi bangeke provakatîf ji konsolxanêyên welatên biyanî yên li Kurdistanê xwest ku dest daynin ser encamên hilbijartinên Silêmanî û Hewlêrê.

Piştî vê nûçeyê xelk rijiya kolanan û dengê teqînan li bajarê Silmêaniyê bilind bû. Li ser vê yekê komîsyona bilind ya hilbijartinên serbixwe yê Îraqê dest danî ser binkeyên navborî û hejmartina dengan doh bi şev rawestand. Piştî ku komîsyona ji sê kesan pêk dihat li binkeyên hejmartina dengan di gel nûnerên partiyên siyasî civiyan, hejmartina dengan ji nûve destpê kir.

Hikumetê biryara parastina sinduqan da

Ji ber van rûdanan serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ferman da hêzên asayişê da ku sindoqên dengên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê yên li Silêmaniyê biparêzin.

Ji aliyê din ve cîgirê duyem yê sekreterê giştî yê YNK’ê Berhem Salih li ser navnîşana xwe ya facebookê diyar kir ku divê YNK guhê xwe bide peyama gel û hemû kes jî li hember encaman jî rêzdar be. Salih daxuyand ku her çend YNK ji encaman ne razî jî be eve dîsa jî serkeftina gelê Kurd û serkeftina YNK’ê ye.

Li gor daxuyaniyên komîsyona hilbijartinan dê encamên hilbijartinan bi awayek fermî roja 26’ê Îlonê bêne aşkere kirin.

Rewanbej.net