Teqîna li Çînê karê hêzên Îslamîye

Teqîna li Çînê karê hêzên Îslamîye

Ragihandinên komara Çînê bi awayekî fermî diyar kirin ku teqîna roja dûşembê li qada Tiananmen rû dayî ji aliyê terorîstên îslamî ve hatiye pêkanîn.
Li gorî nûçeya dengê emerîka di Televizyona CCTV de roja şemiyê agahiyên nû yên di derbarê bûyerê de hatine aşkerekirin. Hêzên ewlekariyê yên Çînê bi ser komekî hêzên islamî de girtin û gelek kes destgir kirin.

CCTV ya ser bi Komarê ve diyar kir ku eve demeke dirêje ku hêzên Îslamî ji herêma Zinjiyang ê amadeyiya vê êrîşê dikin.
Berpirsê hêzên ewlekariyê Meng Jianju bûyer xiste situyê Tevgera Rojhilata Turkistan ya Islamî. Li Herêma Zinjiyang nişteciyên herêmê piranî Misilmanên Ugur in.

Di sala 2002 yê de Emerîka û Neteweyên yekbûyî ev rêxistin wekî terorîst binav kiribûn.

 

rewanbej.net