TEV-DEM: Hikûmeta herêmê rê nade Salih Muslim derbasî Başûr bibe

TEV-DEM: Hikûmeta herêmê rê nade Salih Muslim derbasî Başûr bibe

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) diyar kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê rê nade ku serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim derbasî Başûrê Kurdistanê bibe û û  diyar kir ku helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê li hember pêvajoyê bê berpirsiyariye û eve jî astenge li pêşiya yekîtiya gelê Kurd. Lê Salih Muslim jî diyar kir ku hêşta ewî biryar nedaye ku here Başûrê Kurdistanê.

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku hikûmeta herîma Kurdistanê qedexe kiriye ku serokê PYD’ê Salih Muslim bihête Başûrê Kurdistanê. TEVDEM’ê got ev helwestli hember pêvajoyê bê berpirsyariye û ev yek dibe asteng li pêşiya yekîtiya gelê Kurd.

Di daxuyaniyê de hate gotin gelê Rojavayê Kurdistanê di demek hesas re derbas dibe û şoreşa xwe ya demokratîk pêk tîne û li hemberî êrîşên çeteyan ku dixwazin destkeftiyên Kurdan têk bidin ber xwe dide. Her wiha di encama vê berxwedanê de bi dehan ji ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan û kurê serokê PYD’ê Salih Muslim Şervan Muslim jî fedayiyek ji wan bû. Tevî ku tê zanîn piraniya siyasetmedarên Kurd ciwanên xwe ji beşdariya şoreşê dûr xistin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotın: “Ev fedekariya şehîd Şervan Muslim pêk aniye divê em serê xwe li hemberê bitewînin. Tevî ku Muslim ji bo pêşwaziya mêvanên xwe ji bo sersaxiyê bike, bi agahdariya hikûmeta herêma Kurdistanê di riya deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Lê mixabin hikûmeta herêma Kurdistanê vegera serokê PYD’ê Salih Muslim qedexe dike.”

Di dawiya daxuyaniya  TEV-DEM’ê de hate gotin: “Em wekî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya bê berpisiyarî şermezar dikin û ev helwest ti hincetên wê tune ne. Di demekî ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê û beşdarbûna Desteya Bilind a Kurd (DBK) a di Cenevre 2. de ku çarenûsa gelê Kurd diyar dike de, helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê li hember pêvajoyê bê berpirsiyar e û ev yek dibe asteng li pêşiya yekîtiya gelê Kurd.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Mislim derbarê daxuyaniya TEV-DEM de ku dibêje hikûmeta herêma Kurdistanê rê nedaye wî ji Rojava derbasî başûr bibe got ku, hîn nediyare ka ewê derbas bibe yan na.

Ji aliyê din ve der barê vê daxuyaniyê de, serokê PYD Salih Mislim ji Rûdawê re ragihand ku, hêşta ne diyare ka ew dê derbasî Başûr bibe yan na.