Tevgera Goran dixwaze Silêmaniyê cûda bike!

Hate îdîakirin ku Tevgera Goran dixwaze serî li mekanîzmayên yasayî bide daku parêzgeha Silêmaniyê bibe herêmeke serbixwe û ji Hewlêr û Dihokê cuda bike.
Li gor televizyona NRT, Tevgera Goran dixwaze hilbijartina Encûmenên Parêzgehan bê kirin daku bi rêya encûmena dahatû ya parêzgeha Silêmaniyê kar bo wê yekê bike Silêmanî bibe herêmeke serbixwe û ji herdu bajarên din bê cudakirin.
Herçiqas evna heta niha îdîa ye, lê belê wiha dixwiye ku Tevgera Goran vêna di meseleya pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Kurdistanê de wek karteke zextê li beramberî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bikar bîne. Destpêka vê hefteyê jî Serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa gotibû sê hilbijartinên parêzgeha Silêmaniyê birine lê hatine piştguhxistin.
Li gor malpera fermî ya YNK’ê jî, di civîna pêr a Polîtburoya YNK’ê de axaftin li ser wê yekê hatibû kirin ku rê nadin aramî, aştiya civakî û serweriya yasa têk biçe, çavdêrên siyasî jî vêna wek bersivekê bo daxwiyaniya Noşîrwan Mistefa dinirxînin.
Serokê Tevgera Goran Noşîrwan Mistefa her doh di civîneke tevgera xwe de got: ’’Em niha lêkolînên xwe dikin ka li gor çi rê û rêbazên yasayî û sivîl rewşa niha ya sînorê parêzgeha Silêmaniyê normal bikin.’’
Li gor wan îdîayan, Tevgera Goran dixwaze hilbijartina encûmenên parêzgehan bê kirin, bo wêya encûmena hilbijartî ku tê pêşbînî kirin piranî ew bin kar li ser vê meseleyê bike. Ew kes û aliyên piştgiriya vê fikrê jî dikin, di wê baweriyê de ne ku heta niha jî Herêma Kurdistanê du îdareyî ye û ev herêm jî her dibe herêmeke Kurdî û dibe di qonaxên din de ligel herêma din bibin yek.
Hincetên wan jî bo Silêmanî bibe herêmeke serbixwe wiha ne; Ji ber li Dihok û derdora wê PDK serdest e, di hilbijartinan de dibe partiya yekem û hikmê herêmê dike ku bi awayekî din berê xwe dide dinyayê. Hinceteke din jî ew e ku di warê civakî û kulturî de daniştvanên parêzgeha Silêmaniyê ji yên Behdînan û hêza wê ya serdest cuda ne, herwiha pêkanîna vê herêmê jî derî vedike li ser kêbirkeya îdarî ya navbera vê herêmê û herêma din a Kurdî.
Herçiqas evna heta niha îdîa ye, lê belê wiha dixwiye ku Tevgera Goran vêna di meseleya pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Kurdistanê de wek karteke zextê li beramberî PDK û YNK’ê bikar bîne. Lê li gor çavdêran, dê ev fikir rûbirûyê rexneyan bibe, ji ber cudabûna parêzgehekê ji Herêma Kurdistanê û pêkanîna herêmeke din tê wateya destberdan ji armancên neteweyî.
Çavdêrên siyasî wiha dibêjin: ’’Eger parêzgeha Silêmaniyê bibe herêmeke serbixwe dibe sedema parçebûna Kurdan li İraqê û tesîrê li meseleya neteweyî dike.’’ Lê di warê yasayî de dibe ku tu pirsgirêk dernekevin. Ji ber li gor madeya 119 ya Destûra İraqê, her parêzgahek dikare herêmekê pêk bîne li bi şertê referandûm bê kirin û piranî qebûl bikin.
Bas News