Tevgera Goran xwe ji parlementoya herêma Kurdistanê vekêşand

Tevgera Goran xwe ji parlementoya herêma Kurdistanê vekêşand

Serokê fraksyona Tevgera Goran ya li parlamentoya Kurdistanê Kardo Mihemed diyar kir ku dema karê parlamentoyê bidawî bûye, lewma jî ew êdî beşdarî civînên parlamentoyê nabin.

Serokê fraksyona Tevgera Goran ya li parlamentoya Kurdistanê Kardo Mihemed doh beşdarî bernameya televizyona Rûdaw bû û diyar kir ku ji 20’ê Tebaxa 2013’an û pêde beşdarî civînên parlamentoya Kurdistanê nabin. Mihemed got: “Ji ber ku dema karê parlamentoyê bidawî bûye û parlamento niha bi awayekî nerewa kar dike.”

Serokê fraksyona Goran li parlamentoyê Kurdistanê her wiha ragihand ku ew dê hinek caran beşdarî civînan bibin da ku ji serokê parlamentoyê re bêjin “hûn nikarin bi navê gelê Kurdistanê biryaran bidin ji ber ku parlamento nerewa ye.” Kardo Mihemed da zanîn, ji roja 20’ê Tebaxa 2013’an ve endamên fraksyona Goran dê ji karên parlamentoyê vekêşin.

Mihemed destnîşan kir ku pesendkirina qanûna dirêjkirina dema serokatiya Barzanî ji aliyê parlamentoyê ve karekî qanûnî nebû ji ber ku parlamento nikare qanûnek wisa derbixe.

Tevgera Goran û partiyên din ên opozîsyona herêma Kurdistanê li dijî dirêjkirina dema serokatiya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û xola niha ya parlamentoyê bûn. Li gorî wan diviya hilbijartinên parlamento heta niha hatiba sazkirin û xoleke nû ya parlamentoyê dest bi kar biba lewma “temenê parlamentoyê bidawî bûye”.

Li gorî biryarên parlamentoya Kurdistanê, serokatiya Barzanî heta 2015’an û karê parlamentoyê jî heta Cotmeha îsal hatiye dirêjkirin.

Jêder Rudaw