The Washington Post: Obama şîrîkê El Sîsî ye

The Washington Post: Obama şîrîkê El Sîsî ye

Rojnameya navdar ya Emerîkî The Washington Post diyar kir ku rêveberiya Obama bi polîtîkayên xwe bûye şîrîkê tawanên El Sîsî ku li Misirê bi sedan xwepêşander kuştin.

Di sernivîsa rojnameya The Washington Post de hate gotin ku beriya derbeya 3 Tîrmehê rêvebiriya Obama ji artêşa Misirê xwest ku destkariya rêveberiya Misirê ya ji aliyê gel ve hatiye hilbijartin neke. Lê belê ev şiyariyên rêveberiya Obama nehatin guhdar kirin. Rojnameyê diyar kir ku wezareta karên derve ya Emerîkayê demek dirêj li hember vê derbeyê bê deng ma û nav lê nekir, tenê weke ji nûve avakirina demokrasiyê pênase kir.

Rojnameya The Washington Post got ku ji ber vê helwest û nêzîkatiyê Obama bûye şîrîkê El Sîsî. Rojnameyê dazanîn ku bi sedan jin û zarok jî hatin kuştin, li welat kaosek mezin rû daye, lê hêşta jî rêvebiriya Washingtonê kardaneweyekê pêwîst nîşan nade.

Rojnameyê diyar kir ku ev helwesta Emerîkayê bê wîcdanî ye û got ku dewsa demokrasiya nû dîktatoriyek nû li Misirê dihête ava kirin. El Sîsî her wekî Cemal Abdulnasir xwe ji bo dîktatoriyê amade dike. Rojnameyê xwest ku Emerîka helwesta xwe ya li beramber artêşa Misirê jî biguhere, hemû hevkarî û alîkariya xwe jê bibire.