Tîma futbolîstên jin yên Kurd bû şampiyon

Tîma futbolîstên jin yên Kurd bû şampiyon

Tîma jinên ciwan ên 15-16 salî ya Kluba Sporê ya Oak Park ku ser bi Komeleya Kurdistaniyên Vîctorya ya bajarê Awûstûralya Melbourne, şampiyoniya xwe ya lîga sala 2013′an pîroz kir.

Kluba Oak Park Spor ku gelek tîmên futbolê yên ji komên cuda Komeleya Kurdistaniyên Vîctorya ya bajarê Awûstûrya Melbourne pêkt ê, bi salane di lîsta Melbourne North-West de Kurd û Kurdistanê temsîl dike.

Di lîga jinên ciwan ên 15-16 salî ya North-Westê de, Kluba Oak Park Spor a tevahiya lîstikvanên wê Kurd in, bû şampiyon. Komeleya Kurdistaniyên Vîctorya jî bi hemû endamên xwe re di maça şampiyoniyê de amade bû û piştgirî da sportvanên xwe.

Maça şampiyoniyê ya navbera Oak Park Spor û Lalor United 3-1 bi serketina Oak Park Sporê bi dawî bû. Piştî maçê lîstikvanên tîm û antrenora wan Denîz Ozer ji aliyê temaşevanan ve hatin pîrozkirin.

ANF