Tîpa gokê ya Kurdistan di yekemîn leyistika xwe de biser ket

Tîpa gokê ya Kurdistan di yekemîn leyistika xwe de biser ket
Doh dûşemê, yariyên pehlewantiya Cama Herêman li Marsêliya li welatê Firansa hatin leystin.
Hilbijardeya Kurdistan û Biyabanê Rojava, hatin beramberî hev, têde hilbijardeya Kurdistanê bi şeş gol bê beramber serkeftin tomar kir.

Golên hilbijardeya Kurdistan ji aliyê yarîzan Mustefa Salar 2 Gol, Amed Îsmayîl 2 Gol, Arî Şefîq û Elî Ezîz di xulekên 7, 22, 25, 33, 60 û 90 de tomar kirin.

Îro sêşemê li demjimêr 6:00 êvarê hilbijardeya Kurdistan û Hilbijardeya Ermêniya tên beramberî hev.

PNA