Tirkiyê alîkarî ji Îranê xwest

Tirkiyê alîkarî ji Îranê xwest

Li gor nûçeya Ajansa Fars rayadarên wezareta karên derve yê Tirkiyê ji bo rizgarkirina her du pîlotên Tirk yên li Lubnanê hatibûn revandin ji rayadarên karên derve yê Îranê alîkarî xwestin. Tirkiye dixwaze Îran bi rêya pêwendiyên xwe yên li Lubnanê pîlotên Trik Murat Akpinar û Murat Agca azad bike.

Li gor agahiya nûçeyê rêvebiriya Tehranê jî bersiva erênî daye vê daxwazê.

Her du pîlotên Tirk li Lubnanê ji aliyê koma bi navê Ziyaretçiyên Îmam Riza hatibûn revandin û daxwaz kiribûn ku 8 Lubnaniyên li Suriyê bihêne azad kirin da pîlot jî rizgar bibin.